'Bi Rêber Apo re me hebûna xwe nas kir'

Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ragihandin ku ew 4'ê Nîsanê weke roja bûyîna xwe pîroz dikin û gotin, "Rêber Apo hebûna me bi me da naskirin. Bi taybetî jiyaneke nû pêşkêşî jinan kir. Em ê wî ji zindana Îmraliyê derxînin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê pîrozbahiyên ku bi coşa Newrozê dan destpêkirin, bi kelecana 4'ê Nîsanê dewam dikin.

Gerîlayan li ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hest û nêrîna xwe anîn ziman.

Lorîn Hesen: Rojbûna Rêber Apo destpêkê li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim. 4'ê Nîsanê ji bo me gelên azadîxwaz gelekî hêja ye, lewma li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê tê pîrozkirin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo têkoşîna gelan hemûyan bû çavkaniya sûdwergirtinê. Herî zêde ji bo jinan bû hinceta azadiyê. Jinên li çiyayên Kurdistanê 4'ê Nîsanê her sal bi coş û moraleke mezin pîroz dikin. Her çend êrişên dagirkeriyê li ser çiyayên Kurdistanê hebin jî em 4'ê Nîsanê weke roja bûyîna xwe pîroz dikin. Ji ber ku bi rojbûna Rêber Apo re me hebûna xwe nas kir. Gelên bindest, bi taybetî jî jinan xwe nas kirin û bûn îrade. Rojbûna Rêbertî li gelan hemûyan û li hevrêyan pîroz dikim.

'EM LI PEY SOZA XWE NE KU ME DANE WÎ'

Şervan Gerîla: Rojbûna Rêber Apo pîroz dikim. Weke milîtanên Rêber Apo em li pey soza xwe ne ku me dane wî û em bi biryar in ku soza xwe bi cih bînin. Ji ber ku Rêber Apo soza ku da gelê Kurdistanê pêk anî; lewma xwedîderketina li Rêber Apo wezîfeya me ye, em ê wî ji zindana Îmraliyê derxînin.

Dema ku rojbûna Rêber Apo tê gotin, rojbûna gelekî tê bîra mirovan. Gelê Kurd 4'ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibîne. Em jî weke gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibînin û dibêjin, rojbûna îsal wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vê bingehê em 4'ê Nîsanê li gelên cîhanê pîroz dikin.

'JIYANEKE NÛ PÊŞKÊŞ KIR'

Avesta Cûdî Merîvan: Rojbûna Rêber APO li şehîdên şoreşê, gelê Kurd, gelên welatparêz û tevahî jinan pîroz dikim. Em hêvîdarin sala pêşiya me em ê rojbûna Rêber APO bi Rêber APO re pîroz bikin. Ji roja ku Rêber APO çavên xwe li dunyayê vedike heya roja îro jiyanek nû ji bo gelê Kurd, gelên cihanê û taybetî jinan pêşkeş kir.

Em her sal roja 4’ê Nîsanê pîroz dikin û em ê her tim pîroz bikin. Her çiqas dijmin êrişên dagirkeriyê bimeşîne jî nikare pîrozbahiyên me asteng bike. Ti carî nikare dilsoziya me ya bi Rêbertî re lawaz bikin. Bi rih, bi dil, bi fikir û ramanên xwe Rêber APO li gel me dijî û em ji gel Rêber APO dijîn.

Careke din rojbûna Rêber APO li tevahiya gelê Kurd, şehîdên şoreşê û tevahî hevalên ku di çeperên şer de ne pîroz dikin. Bijî şoreşa zayîna nû!

'EM BI RÊBERTÎ RE DIJÎN'

Rojbîn Sema: Rojbûna Rêber APO li Rêber APO, şehîdên şoreşê, gelê me yê welatparêz û tevahî hevalan pîroz dikin. Bi jidayikbûna Rêbertî re bi taybetî gelê Kurdistanê, gelên bindest û jinên ku li nasnameya xwe digeriyan gihîştin rêya rizgariyê. Ji ber wê yekê 4’ê Nîsanê di heman demê de roja me ya hebûnê ye.

Ji ber ku bi keda Rêber APO em gihîştin wê rojê em her tim bi can û dil bi Rêbertî re dijîn.