Bi navê eşîran komeleyên bêbingeh ava dikin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurd û Kurdistanê bi destê eşîrên noker komeleyan ava dike. Bi beşdariya walî komele têne vekirin, bi budçeya veşartî û îhaleyan têne fînansekirin.

Ji sala 2015'an û vir ve ku 'Pêvajoya diyalogê' hate qedandin û li dijî Kurdan şer ji nû ve dest pê kir, li Wanê bi rengekî balkêş karên ji bo avakirina komeleyên eşîran dewam dikin.

Vê pêvajoyê bi navê eşîra Brûkî dest pê kir û bi Federasyona Eşîrên Kadîm dewam kir. Niha jî bi navê Pinaşî û Mukkurî ku li Wanê bandora xwe kêm e, komele hatin avakirin.

Komeleyên ku hejmara wan her roj zêde dibe ji aliyê Waliyê Wanê ve têne vekirin. Qenala propagandaya bi Kurdî ya dewleta Tirk TRT Kurdî jî van merasîman bi rengekî zindî diweşîne. Ajansa dewletê AA jî bi sernavê "Cejna Eşîran" nûçeyan diweşîne.

Kesên ku îdîa dikin, nûnerên 23 eşîrên li Wan û derdora wê ne, sala 2016'an ragrihandin ku Federasyona Eşîrên Kadîm ava kirine. Serokê federasyonê Rasîm Aslan got, "Em êrişên terorê yên li dijî yekîtî û hevirtina milet, biratî û paşerojê têne kirin şermezar dikin, em bi dewletê re ne" û bi van gotinan armanca damezrandinê bi rengekî eşkere nîşan da. Piraniya van kesên ku îdîa dikin nûnerên eşîran e, cerdevan e. Waliyê berê yê Wanê Mûrat Zorlûoglû û Waliyê heyî yê Wanê M. Emîn Bîlmez jî tevlî civînên wan bûn.

XIZMETÊN MEZIN JI BO DEWLETÊ

Merasîma vekirina Komeleya Piştevanî, Alîkarî û Parastina Çanda Bûrûkan-Brûkî sala 2018'an ji aliyê Waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû ve hate kirin.

Waliyê Wanê û qeyûm Mûrat Zorlûoglû li merasîmê axivî û diyar kir ku ji dema Osmanî û vir ve eşîran xizmeteke mezin ji dewletê re kirine, di dîroka Komarê de jî eşîran di parastina yekîtî û hevgirtinê de roleke girîng lîstine.

BÎLMEZ Ê JI ESLÊ XWE DÛRKETÎ JÎ TEVLÎ BÛ

Li wanê herî dawî di 25'ê Kanûna 2021'ê de Komeleya Eşîra Pînyanîşê hate vekirin.

Merasîma vekirina komeleyê ji aliyê Waliyê Wanê û qeyûm M. Emîn Bîlmez ve hate kirin.

Bîlmez ku kesekî ji eslê xwe dûrketî ye, wiha qala nêrîna dewletê kir: "Ji dema hatina Îslamiyetê ya li vê herêmê û pê ve di sedsala 18'an de eşîrên li herêmê hemû bi dilxwazî bûn Misilman û weke Misilman jiyan. Misilman li vê cografyayê weke koçeran jiyan, bûn şervan, bûn şervanên dewletan û ji niha û pê ve jî wê bi vî rengî bin."

Ji bo vekirina komeleyên eşîran jî budçeya veşartî û îhaleyên li herêman têne bikaranîn.

NÛNERÊN EŞÎRAN NÎNE

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li ser eşîran û got, "Siyaset û armanceke qirêj heye. Kevneşopiyeke dewletê ye ku nayê guhertin. Ev kesên ku îdîa dikin bi navê eşîran tevlî bûne, nûnerên eşîrên li herêmê nînin. Dema ku çand, ziman û mafê hilbijartinê yê gelê Kurd hatin desteserkirin, yên ku li ber vê yekê ranebûn gelo ew ê bibin nûner?"

LÎSTÎKÊN CÛRBECÛR ÊN DEWLETÊ

Civaknas Latîf Sagdiç jî li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku sala 2015'an piştî ku pêvajoya diyalogê hate qedandin desthilatdariyê giranî da ser eşîran û got, "Aqlê dewletê ku di şert û mercên normal de eşîrtiyê qebûl nake, biçûk dibûne, gelo çi bû ku di asta walîtiyê de pêşwazî dike? Waliyê Wanê ku pirsa 'tu ji kîjan eşîrê ye?' li mirovan dike, li refên herî pêş tevlî merasîmên vekirina komeleyên eşîran dibe û bi xwe komeleyan vedike. Divê mirov li ser vê yekê bifikire. Ev yek lîstikeke rejîma AKP'ê ye ku her kesên dikarin li ber tevgera siyasî ya Kurd rabe ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Li pişt vê sekna nesamîmî ya dewletê teqez lîstikên Osmanî hene. Navê Walî Bîlmez (nezane) lê ya rast her tiştî bi zanebûn dike."