Bi merasîmekê şehîdên fermana 73’an hatin bibîranîn

Li Şengalê bi tevlîbûna sedan kesî û merasîmeke leşkerî ya şervanên YBŞ û YJŞ’ê şehîdên Fermana 73’an hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ve destpê kir. Piştre jî ji Fermanarên YBŞ’ê Tîrêj Şengalî avivî. Şengalî bal kişand ku hêzên wan di encama berxwedan û hebûna mirovahiyê de hate avakirin. Şengalî hemû şervan silav kir û got: “Em hêzekin  parastina gelê xwe her wiha ji bo parastina axa Iraqê dikin.Em hêzekin ne metirsîdar em hêzekin destkeftiyên hikûmeta Iraqê diparêzin.”

Piştî Fermandar Tîrêj Şengalî li ser navê Oldarên Êzidî jî Mam Faxir û li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk Hisên Hecî li ser navê PAD’ê Qasim Fîqfîq, Qeymeqamê Şengalê Fehad Hamid, ji rêveberên bajarokê Sinûnê Xwedêda, berpirsê asayîşê Şemo Xwedêda, ji silêmaniyê jî Sirûş Helepçe axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser xweseriya demokratîk a Şengalê û hate gotin ku xweseriya Şengalê ne tenê j ibo Şengalê belkû ji bo Iraqê ye ku ehmû gelên herêmê xwe bi rê ve bibin û di nava aramniyê de bijîn. Hate diyarkirin ku ew bang li hikûmata Iraqê dikin ku êdî rastiyan bibînin neyên lîstokan ku li ser gel û Şengalê tên kirin. Axaftvanan anî ziman ku lîstik nagihêjin armancên xwe.”

Piştî axaftinan û şûnde merasîm bi xwendina helbest û stranên li ser fermanê dom kir.