Bi karê dirûtinê hewl dide debara malbata xwe bike

Gulşen Îhtiyatoglû ku tevî zor û zehmetiyên giran bi salane li Colemêrgê esnaftiyê dike, bi karê xwe yê dirûnê hewl dide tevlî debara malbata xwe bibe.

Yek ji deverên ku krîza aboriyê herî zêde bandor lê kiriye Colemêrge. Li Colemêrgê ku bazirganî hema bêjin qet nemaye, esnaf jî welê lê hatiye ku nikaribin kar bikin. Gulşen Îhtiyatoglû ku bi salane li Colemêrgê tevî zor û zehmetiyan esnafiyê dike bi dikana xwe ya ku karê dirûtinê lê dike hewl dide debara malbata xwe bike.

Îhtiyatoglû kincên neteweyî yên herêma Colemêrgê didirû û dibêje, "Min berê ev kar li malê dikir. Lê belê sê sal in bi rengekî profesyonel dikim. Ji ber ku zivistanê dawet û şahî nînin em jî kincan kurt dikin, sererast dikin, didirûn û wan amade dikin. Mehên zivistanê zêde kar nîne, lewma di kirê û mesrefan de em zehmetiyê dikişînin. Li Colemêrgê bi giranî rewşa esnafan zehmete. Welê li esnafên Colemêrgê hatiye ku nikarin kar bikin."

Îhtiyatoglû anî ziman ku biharê û havînê karê wan zêde dibe û got, "Bi taybetî di dema Cejna Newrozê, Roja Jinan a 8'ê Adarê û dawetan de em heta nîvê şevê dixebitin. Bi taybetî di her dawetê de şêniyên Colemêrgê kincên herêmî li xwe dikin. Di vê mijarê de şêniyên Colemêrgê bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî ye. Di dema zivistanê de ez bi tenê dixebitim, lê havînî û biharê hin jin li gel min dixebitin. Jinên li gel min dixebitin hem pereyan qezenç dikin hem jî dibin xwedî pîşe. Ev yek jî min kêfxweş dike."

Îhtiyatoglû got, "Li Colemêrgê esnaftî bi rastî jî zehmete" û diyar kir, "Dema mirov esnafê jin be hîn bêhtir zehmete. Tevî zor û zehmetiyan jî em hewl didin kar bikin. Jin ji vî karê me sûdê werdigirin. Dema ku karê me zêde be hin jinan li gel xwe dixebitînim. Piraniya jinên ku li gel min xebitîn û hînî vî karî bûn bi xwe niha kar dikin û debara xwe dikin."

Îhtiyatoglû bang li jinan kir ên ku dixwazin kar û esnaftiyê bikin ku ji xwe piştrast bin.