Bi hezaran cenazeyê şehîd Yasîn Bûlût oxir dikin

Cenazeyê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê re Yasîn Bûlût ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, ji bo definkirinê ber bi Şehîdgehê ve oxir dikin.

Cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku di êrîşa çekdarî a MÎT’a Tirk de şehîd bû, ji aliyê hezaran kesan bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” bo spartina axê, tê oxirkirin.

Yasîn Bulut (Şukru Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.

Cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi 4 guleyan hat qetilkirin, birin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Piştî otopsiyê cenazeyê Şehîd Şukrî bi ambulansê di bin dirûşmeya “Şehîd namirin” de anîn Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar.

Ji hemû bajarên Başûr bi hezaran kes

Li gel belavbûna agahiya şehadeta Şehîd Şukru Serhed, ji Hewlêr heta Kelar, Ranya, Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyên wan bi hezaran kes li mizgeftê kom bûn.

Bi hezaran kesan piştre cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi ala PKK’ê hatiye pêçan, li ser milan bi meşê heta Pirdê Çarêyanî Serçinar anî.

Girseya ku bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz dikin, li ber pirdê cenaze li ambulansê siwar kir û bi karwanek ku ji sedan wesayitan pêk tê ber bi Goristana Şehîdan ve derxistin rê.