Bi hêviya vegera li Efrînê cejna Çarşema Sor pîroz kirin

Êzidiyên Efrînî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koçî Şehbayê bikin, bi hêviya vegera Efrînê cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Êzîdiyên Efrînî yên ji ber dagirkerî û talana dewleta Tirk û komên wê yên çete ji neçarî li herêma Şehbayê bi cih bûn, cejna Çarşema Sor bi şahiyeke girseyî pîroz kirin.

Êzîdiyên Efrînî diyar kirin, li ku dibin bila bibin wê xwedî li çanda xwe derkevin, cejnên xwe pîroz bikin û li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê Gulê Cefo cejna Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, şervanên têkoşîna azadiyê û berxwedêrên greva birçîbûnê pîroz kir.

Cefo diyar kir, li ku dibin bila bibin wê cejnên xwe pîroz bikin û got, "Niha em cejna xwe pîroz dikin, lê mixabin li derveyî bajarê xwe ne. Cejna duyemîn e ku em li Şehbayê pîroz dikin. Cejna destpêkê bi xemgînî derbas bû, lê cejna niha bi coşeke mezin derbas dibe. Ji ber ku me xwest ji cîhanê re teqez bikin ku em dest ji welat û kevneşopiyên xwe bernadin."

Ciwana Êzîdî ya bi navê Silava Sîdo jî got, "Em bi şahiyeke mezin cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Bila dijmin bizanibe ku em li ku derê jî bin em ê çalakiyên xwe li dar bixin."

Mamosteyê Koma Ezdahî Şukrî Ebdo jî Cejna Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, li ku derê dibin bila bibin wê cejna xwe her pîroz bikin.