Bi droneyan êriş li balafirgeha Hewlêrê hate kirin

Li dijî Balafirgeha Hewlêrê ya Navneteweyî bi droneyan êriş hate kirin. Ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat.

Li gorî daxuyaniya çavkaniyên ewlekariyê, roja 11'ê Îlonê li dijî balafirgeha ku baregeheke yekîneyên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê jî lê ye, bi 'droneyên bi çek' êriş hate kirin.

Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye. Li herêmê herî kêm 2 teqînên mezin pêk hatin.

Êrişên bi vî rengî yên li dijî yekîneyên Emerîkî û berjewendiyên Emerîkayê mehên dawî zêde bûn. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. DYE bi rêk û pêk komên Iraqî yên alîgirê Îranê ji bo van êrişan berpirsyar nîşan dide.

Meha Tîrmehê jî bi droneyan li dijî balafirgeha Hewlêrê êriş hatibû kirin, xisara madî li balafirgehê bûbû. Beriya çend hefteyan li dijî balafirgeha Bexdayê jî êrişeke bi heman rengî hate kirin ku li vê balafirgehê jî leşkerên Emerîkî hene.