‘Bi destê AKP'ê polîtîkaya tecrîdê belavî tevahiya welat dibe‘

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan di roja 11'an de berdewam dike. Di nobetê de ev daxuyanî hat dayîn: "Bi destê AKP'ê polîtîkaya tecrîdê belavî tevahiya welat dibe û em vê qebûl nakin."

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 11'an de berdewam dike. Rêveberên Komeleya Lêkolînên Huner, Çand û Ziman (ARSÎSA) û Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryenê serdana malbatan kirin.

'PÊŞENGIYA CIVAKÊ DIKE'

Ji rêveberên ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin belavî tevahiya girtîgehan bûye û got: "Bi destê AKP'ê polîtîkaya tecrîdê belavî tevahiya welat dibe. Ev rewş bandorê li civakê jî dike. Nobeta Edaletê çalakiyeke ku dikare pêşengiya civakê bike ye. Neberdana girtiyên nexweş û derketina cenazeyan a ji girtîgehan berdewama polîtîkaya li dijî gel tê meşandine. Tê xwestin ku peyamek bidin gel. Garîbe Gezer bi îşkenceyê kuştin. Bi polîtîkayeke taybet mirin lê hat ferzkirin. Ev nobeta ku li dijî van pêkanînên dijî mirovahiyê hatiye destpêkirin bersiveke. Tecrîd civakê hedef digire. Em vê qebûl nakin. Em diyar dikin ku di her warî de li cem malbatan e."