Bi darên li binê çenga xwe li eniya şer e

Alî Serêkaniyê yê 25 salî, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de birîndar bû, li Qamişloyê tê dermankirin. Lê tevî darên li binê çenga wî jî, hevalên xwe yên li eniya Dêra Zorê bi tenê nahêle.

Alî Serêkaniyê 25 salî ye. Em wî li nuqteyeke hêzên YPG'ê ya li Dêra Zorê dibînin. Lingekî wî girêdayî ye û dar li bin çenga wî ye. Em diçin cem wî û hîn dibin ku di operasyona navenda bajarê Reqayê de birîndar bûye. Ji me re dibêje ku tedawiya wî li Qamişloyê dewam dike, lê tevî israra hevalên xwe jî wî nekariye xwe ji eniya şer vegire û bi her koma tê re serdana hevalên xwe dike.

Alî Serêkaniyê ne xerîbê eniyê ye. Ji sala 2012'an û vir ve di nava şer de ye. Destnîşan dike ku eniya şer cîhaneke cuda ye û wiha dewam dike: "Toz, ax, tava dijwar, herî, baran, bi her awayî zor û zehmetiyên xwe hebe jî, dema ku mirov carekê tehma wê kir, nema dikarin xwe jê vegirin. Hevaltî di nava zor û zehmetiyan de derdikeve holê û mirov ji nû ve hînî mirovbûnê dibin. Yên ku nedîtine û nejiyan e dibe ku zehmet be me fêhm bikin, lê bel eger carekê bibînin wê me baştir fêhm bikin."

NIKARIM XWE JÊ VEGIRIM

Serêkaniyê anî ziman ku ew li Reqayê birîndar bû, hevalên wî jê xwestin ku tedawî bibe û got, "Ez jî tedawî dibim, lê Reqa qediya û heval niha li Dêra Zorê şer dikin. Birîndar jî bim, nikarim xwe ji vir vegirim. Ji ber vê yekê kengî firsendek bi destê min dikeve ez yekser xwe digihînim hevalên xwe yên li eniyê."

Şervanên YPG û YPJ'ê hemû zehmetiyan par ve dikin, li rex hev heta mirinê şer dikin. Dema ku ji şer wexteke vala dibînin jî, tedbîrên xwe yên ewlekariyê xurt dikin, nobedarên xwe bi hêz dikin, sporê dikin, distirên û xwe perwerde dikin. Alî Serêkaniyê vê rewşê wiha rave dike: "Ji bo me rewşeke xwezayî ye. Em bi salan e di nava vî şerî de ne. Em ne ji bo mirinê, lê ji bo jiyanê şer dikin. Bêguman em ê tehma jiyanê bikin, em ê jiyanê bixemilînin."

JI YXK'Ê TÊ

Di nava YXK'ê de cih girtiye, ku ev hêz yekemîn hêza xweparastinê ya Kurdên li Rojava ji bo parastina tax û kolanên xwe ava kiribû. Piştî ku tabûrên destpêkê yên YPG'ê ava bûn, tevlî van tabûran bû. Ji Serêkaniyê heta Helebê bû parçeyek ji berxwedana efsanewî. Destnîşan dike ku di şerê Reqayê de zêde zehmetî nekişandine; "Li Helebê şert û mercên me zehmettir bûn. Ti hêzeke navneteweyî alîkarî nedida. Di nava şert û mercên giran de em hîn bûn li bajêr şer bikin. Ji ber vê yekê hevaleke/î Heleb dîtibe, di Reqayê de zorî nekişand."