Bi çalakiyekê destdirêjiya li ser zaroka 8 salî hate şermezarkirin

Li bajarê Kerkûkê bi çalakiyekê destdirêjiya li ser zaroka keç a 8 salî hate şermezarkirin. Çalakvanan daxwaza girtina kesên sûcdar kirin.

Beriya salekê li bajarê Hewlêrê zaroka keç L.L a 8 salî hatibû revandin û destdirêjiya zayendî li ser hatibû kirin. Kesên ku destdirêjî li ser zaroka 8 salî kiribûn, demek kurt hatibûn destgîrkirin û piştî wê jî bi kefalet hatibûn berdan. Li ser berdana kesê sûcdar roj bi roj çalakiyên nerazîbûnê zêdetir dibin.

Li bajarê Kerkûkê çalakvanên civaka sivîl li baxçeyê kelha bajêr li dijî destdirêjiya li ser L.L a 8 salî çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê Ojîn Cola ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku mixabin îro ji ber karek bê wijdanî ku ti carî ji aliyê mirovan ve nayê pejirandin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di dewamê de wiha hate gotin; “Divê hemû rêxistin, parlamenter, rû sipî û oldar li hemberî van kiryarana xwedî helwest bin. Pêwîste ev kar beriya yasa û hikumetê, civak bizane ku karek li dijî exlaqê mirovane. Ji ber ku cezayê civakê, ji cezayê dadgehê mezintire.”

Çalakvanan daxwazên xwe wiha rêz kir:

Divê dadgeh vê dozê ji dervey destwerdana hizban û siyasî, zelal bike.

Pêwîste lêpirsîn bi dadwerên ku kesên sucdar bi kefalet azad berdabûn re were kirin.

Nabe efûyek eşîrtî di vê dozê de were pejirandin.