'Bi azadbûna ziman wê jin, bi azadiya jinê jî wê civak azad bibe'

Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî got, "Bi azadbûna ziman wê jin azad be, bi azadbûna jinê wê civak azad be, em ê bi baweriya dayîkan zimanê Kurdî azad bikin." Platformê destnîşan kir ku têkoşîna wan a sereke têkoşîna ji bo zimanê dayikê ye.

Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî bi daxuyaniyekê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala 2022'an de jî pirsgirêkên li pêşiya zimanê dayikê dewam dikin û hîn jî bi milyonan Kurdên li Tirkiyeyê nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin.

Platformê ragihand ku perwerdeya bi zimanê dayikê hîn jî li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên bingehîn e û wiha dewam kir: "Li Tirkiye avakirina komarê heya îro bişavtinek bi rêk û pêk li ser Kurdî dewam dike. Ji dîroka Komara Tirkiye heya îro polîtîkaya bişavtinê, parastina çand û zimanên li Tirkiye di heman demê de wê bibe avakirina aştiya civakê, perwerdehiya bi zimanê dayikê, bi hemû aliyan ve wê bibe sedama serketina civakê û gelek pirsgirêkên civakî wê bi vê minasebetê bên çareser kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Em weke Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî bang dikin, têkoşîna me ya herî sereke têkoşîna zimanê dayîkê ye. Bi azadbûna ziman wê jin azad be, bi azadbûna jinê wê civak azad be, em ê bi baweriya dayîkan zimanê Kurdî azad bikin. Em carek di soz didin em ê têkoşîna xwe ya ziman xurt bikin zimanê Kurdî li ser axa Kurdan azad bikin. Stran û tililiyên xwe bi dengek bilind biqîrin û bistirên."