Bexdayê bersiv da Hewlêrê!

Piştî daxuyaniya rêveberiya Hewlêrê a ya ji bo Bexdayê ku gotibû ew ji diyalogê re hazir in, Bexdayê bersiv da û xwest ku hemû sazî radestî wan werin kirin.

Hikûmeta Hewlêrê îro bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiribû ku ew ‘amade ne bi Bexdayê re bidin û bistînin’’
Bexdayê bersiv da vê bangê.

Hikûmeta Bexdayê bi şertê ku balafirxane, sînor, kanên sirûştî yên welêt, Hêzên Pêşmerge, saziyên ewlehiyê, li deverên ku nîqaş li ser hene pêkanîna yasayî û betalbûna encamên referandûmê diyar kir ku ew hazir in bi Hewlêrê re diyalogê deynin.