Beştaş: Em xwedîtiyê li nobeta malbatên girtiyan bikin

Nobeta malbatên girtiyan didome. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş serdana malbatên girtyan kir û got, ''AKP-MHP li girtîgehan dijminatiyê li Kurdan dike'' û bang kir ku xwedîtî li nobetê were kirin.

Çalakiya Nobeta Dadê ya malbatên girtiyên nexweş û li gel ku înfaza wan temam bûye nayê berdan di rojna 88'an de didome. Serokwekîla Koma HDP'e Meral Daniş Beştaş û Hevserokên Bajêr ên Amedê yên HDP'ê û rêveberên navçeyan serdana malbatan kirin.

Beştaş diyar kir malbat çalakiyeke birûmet dikin, ji her devera Tirkiyê ji girtîgehan agahiyên ne xweş tên û got, ''Girtîgeh ne malên mirinê ne. Van demên dawî gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Girtîgeh ne malên mirinê ne. Li welatekî ku hiqûq lê hebe divê girtî li girtîgehan bi şertên xweş bin. Ew tenê ji azadiya xwe bêpar in, dema ku bixwazin nikarin derkevin, ji bilî vê heqê wan û yên me yên derve eynî ye.''

Beştaş diyar kir AKP-MHP êrîşên bi dijminatiya Kurdan li girtîgehan jî didomîne û got, ''AKP-MHP dibêjin ew guh didin dengê hemû dayikan. Lê dirûtiyê dikin. Guh nadin dayikên Kurd. Dayikên Kurd berxwedaniyeke pir birûmet dikni. Ji bo ku mafê tendiristî û jiyanê yên zarokên xwe biparêzin nobetê digirin.''

Beştaş herî dawî got, ''Demilest divê girtiyên nexweş bibin xwedî heqê tendiristiyê û bêne berdan. Divê li girtîgehan êşkence rabe û bi rengê tazîkirinê ser girtiyan neyê sehkirin. Hê jî înfazan dişewitînin, girtiyên ku ev 20-30 sal in girtî ne, tam nêzî berdanê înfaza wan tê şewitandin, divê dawî li şewitandina înfazan were. Girtinên ku tenê bi sedema Kurd in û muxalîf in bi dawî bibe.''