Beştaş: Divê em bibin dengê girtîgehan

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji bo piştevaniya Nobeta Edaletê serdana malbatên girtiyan kir û got: "Li dijî binpêkirinên mafan pêwîste bi hev re em bibin dengê girtiyan."

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 40‘emîn de berdewam dike. Ji bo piştevaniya çalakiyê her roja diçe serdan zêde dibin. Îro jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş serdana nobetê kir.

‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN‘

Ji xizmê girtiyan Meryem Turan a ku serdana nobetê kir axivî û got: "Ez di serî de tecrîd û binpêkirin mafan yên li girtîgehan şermezar dikim. Ez ji weke xizmê girtiyan îro ji bo piştevaniyê li vir im. Divê hemû Kurd di vê mijarê de hestiyar nêz bibin. Ji bo bêhtir mafên girtiyan neyên binpêkirin û ji bo cenaze dernekevin divê em ji wan re bibin deng."

‘GIRTÎGEH BÛNE NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ‘

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku êdî girtîgeh bûne navenda îşkenceyê û wiha got: "Li dijî îşkenceyê pêwîste hemû kesên ji hiqûqê û dadê bawer dikin xwedî li girtîgehan derkevin. Ji ber vê jî nobeta edaletê ya hatiye destpêkirin gelek binirxe. Tu rê û qenala ku rewşa girtiyan vebêje tuneye. Divê îro em bibim dengê wan û rewşa wan bînim ziman."

Serdan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan“ dawî bû.