Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, ''Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye.''

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş daxuyaniya çapemeniyêya heftene li Amedê da.

HOVÎTIYA LI SER ZAROKÊ NISÊBÎNÊ

Beştaş bal kişande ser terora polîsên Tirk a li Nisêbînê ya li dijî zarokan û got,''Piştî ku dîmenên li Nisêbînê li çapemeniyê xuya kir qeymeqam efendî got, 'me ji peywirê girt'. Baş e, 15 rojan tu li kû bûyî? Heke dîmen neketana ser çapemeniyê te yê çi bikira? Bi ser de dibêjî kevir avêtine û polîsan mafdar dernaxînî? Berpirsê van hemû rûdanan Suleyman Soylu ye. Ew bi fermanan, bi polîtîkaya bêcezakirinê dibe ku polîs/leşker polîtîkaya tundiyê ya li ser gel, zarokan, welatiyan bidomînin.

Beştaş got ew ê li ge zarokan bin, ''ti kesek bi vî rengî nikare destê xwe li wî zarokî, li ti zarokî hilde. Em çûne serdana mlbatê, hêvî dikim travmaya li lser zarok bi dawî bibe. ''

Beştaş Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Nîhat Kazanhan bi bîr anî, got, ''Bila me efû nekin. Me nekarî ku ew nemirin. Ev peywira me ye. Ez dixwazim diyar bikim li ser vê mijarê heta dawiyê em ê têbikoşin.''

ÊRÎŞA LI SER GORISTANAN

Beştaş êrîşên dewleta Tirk ên bi konseptekê yên li ser goristanên Kurdistanê, yên li ser gorên gerilayan bi bîr xist, ku ev êrîş parçeyek ji konseptekê ne. Beştaş got, ''Li ser vê mijarê em çi bibêjin wê kêm bibîne. Ne bi hiqûqê ne bi bawriyê ne bi etîkê ev êrîş nikarin werin vegotin.''

Beştaş got, xwedêgiravî dibejin, li ser kêlên goran çima tîpên X-Q-W hene û diyar kir, ''Ev hemû hincet in. Ev bi rengekî cudatir dijminatiya li Kurdan e. Di dijminatiya Kurdan de ti sînoran nas nakin. Kurdan dijminatiya vê desthilatê pir baş fêhm kirin.

Goristan cihên herî hesas ên me û yên dayikan in. Destê xwe ji ser goran hilînin.

Dewleta ku ziyanê dide goristanan ew dewlet êdî têk çûye. Bi rêyeke dî ew dewlet nikare were jiyandin. Hişmendiya ku li ser bedenên mirî dixwaze siyasetê bike jixwe têk çûyiye.''