Besê Erzîncan: Em dest bi saleke ji têkoşîna mezin dikin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2021'ê ji aliyê jinê ve nirxand û got, "2022 wê bibe saleke ji têkoşîneke mezin re. Em ê teqez bi ser bikevin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, sala 2021'ê ji aliyê jinê û tevgera azadiyê ya jinê ve nirxand û bal kişand ser armanca xwe ya ji sala 2022'an.

Besê Erzîncan anî ziman ku sala 2021'ê li Kurdistanê bi berxwedaneke mezin derbas bû û bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminatiya li jinan.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku Peymana Stenbolê bi biryarnameyekê ji holê hate rakirin û got, "Tundî û bûyerên kuştina jinê zêde bûne. AKP-MHP'ê jinê weke zayenda di asta duyemîn de, objeyeke ku li malê bê girtin û zarokan bîne dinyayê dibîne. Yên ku li dijî vê yekê li ber xwe didin jî digire û dixe zindanê.

Ciwan di bin zexta narkotîk, fûhûş û sîxurkirinê de hatin hiştin. Di şexsê jinên Kurd ên ciwan de hestên azadiyê yên civakê têne desteserkirin."

Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana dayikên Kurd û got, "Heta niha bûn çavkaniyeke girîng a berxwedanê. Berxwedana me di şexsê van dayikan de li her derê mezin dibe. Jinên Kurd êşên gelekî giran kişandin, komkujî li wan bûn. Lê belê ti carî dest ji têkoşînê bernedan û her tim di nava jiyanê de bûn xwedî sekneke xurt.

Cezayên ku di şexsê Leyla Guven û Ayşe Gokkan de hatin birîn, li jin a rêxistinbûyî, xwedî îrade, xwedî armanca azadiyê hate birîn."

Besê Erzîncan bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê karên gelekî girîng kirin, bi rengekî serketî pêşengî ji civakê re kirin û divê ev yek hîn bêhtir bê xurtkirin.

Besê Erzîncan bal kişand ser têkoşîna jinê ya li Rojavayê Kurdistanê û got, "Di afirandina çanda jiyana bi hev re ya bawerî û gelan a Rojhilata Navîn û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd de jinên Rojava pêşengiyê ji şoreşa me re dike. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Jin bi rengekî çalak cihê xwe di nav de digirin. Karên ku li ser vê bingehê têne meşandin ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zext li gel, jinan û mirovên ji bawerî û mezhebên cuda tê kirin û got, "Bi darvekirin, girtin û êşkenceyê tê xwestin ku civak bê terbiyekirin. Jin li ber rejîma Îranê radibin, muxalefetê lê dikin. Rejîm jî polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinan girantir dike. Herî dawî wêneyên jinê ji pirtûkên dersê jî hatin derxistin. Li her qada jiyanê di her kêliyê de jinê bi mêr ve girê dide. Ferzkirina sernixumandinê bûye sedema nerazîbûneke mezin. Dewleta Îranê ji muxalefeta jinan gelekî ditirse. Di dîroka Îranê de jin her tim xwedî roleke girîng bûn. Lewma bi sedan aktîvîstên jin, jin ên muxalîf hatin zindanîkirin. Mînak ji Zeynep Celaliyan heta bi gelek jinên girtî, bi rojane agahî ji wan nayê girtin.

Jinên ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava partiyên cuda de kar dikin divê yekîtiya xwe pêk bînin. Bi hev re dikarin kar bikin."

Besê Erzîncan ji bo rewşa Başûrê Kurdistanê jî got, "Li Başûrê Kurdistanê jin xwedî tecrûbeyeke girîng a jiyanê ne. Wêrek in. Li Iraqê bi encama hewldanên rêxistinî yên jinên Kurd yekîtiya jinên Kurd-Ereb-Tirkmen-Suryanî û Sûnî-Şîa-Xiristiyan-Kakaî-Şebek pêk were, ev yek wê bandoreke gelekî xurt li vê herêmê bike.

Besê Erzîncan işaret bi girîngiya yekîtiya jinê kir û got, "Dema ku jin li ser bingeha fikrên azadî, wekhevî û demokrasiyê xwe bi rêxistin kirin, wê karibin gavên xurt biavêjin. Divê jin karibin rêxistiniya xwe ya serbixwe pêk bînin. Li ser vê bingehê kongreya neteweyî ya jinên Kurd û yekîtiya jinê ya li Rojhilata Navîn dikare bê pêkanîn. Bi vî rengî wê helwesta herî rast li dijî xeta xiyanet û nokeriyê ya li Başûr bê dayin."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku jinên Şengalê piştî fermanê êşa xwe veguherandin hişmendiyeke girîng û got, "Xelkê Şengalê êdî têgihiştî bûne. Şertê bingehîn ê parastin û dewamkirina çand û ola Êzidiyan misogerkirina xweseriyê ye. Divê xelkê me yê Êzidî, jin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji bo vê jî beriya her tiştî jin ên ciwan divê xelkê me yê Şengalê xwe bi rêxistin bike. Li ser bingeha komun û meclîsan pêwîstî bi rêxistiniyê heye. Yên ku dilsozê xak û çanda xwe ne jin e. Li Şengalê jî yên herî zêde girêdayî xaka xwe ne jin e."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku jinên li Ewropayê jî karekî gelekî girîng dimeşînin û got, "Ji çar parçeyên Kurdistanê mirovên me lê hene. Lewma bi roleke gelekî berfireh tevdigerin."

BER BI SALEKE MEZIN A TÊKOŞÎNÊ

Di dawiya axaftina xwe de Besê Erzîncan got, "2022 wê bibe sala ji têkoşîneke mezin. Jin ji bo hilweşandina rejîma AKP-MHP'ê wê heta jê bê bixebitin. Sala 2021'ê saleke zehmet bû. Me bi berxwedana xwe ev sal ber bi aliyê xwe ve kişand. Erdogan bi hin hewldanan dixwaze gel bixapîne û ji nû ve li ser desthilatdariyê bimîne. Jin wê teqez li pêşiya vê bibin asteng."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku ev desthilatdariya faşîst wê teqez bi berxwedana rêxistinî ya jinan bi dawî bibe û got, "Jin wê sala bê hîn bi xurtî û bi biryardarî tevlî bibin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ji bo çareseriya pirsgirêkên azadiyê yên jinê, ji bo jiyaneke bi nasname û bi rûmet a gelê me li Rojhilata Navîn em ê hîn bi xurtî bixebitin. Em ji sala 2022'an bi hêvî ne. Em ê teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê sala 2022'an li Rêberê me, li jinan, gelê me û gelên me pîroz dikim."