Berxwedana xwendevanên Başûrê Kurdistanê di roja 4’mîn de ye
Xwendevanên Başûrê Kurdistanê di roja 4’mîn a berxwedanê de daketin qadan.
Xwendevanên Başûrê Kurdistanê di roja 4’mîn a berxwedanê de daketin qadan.
Xwendevanên zanngehên Başûrê Kurdistanê ji ber nedayîna xerciya mehane ku ji sala 2014’an û şûnde nayê dayin, şert û mercên wargehên xwendevanan û sînordarkirinên mafên xwendevanan 4 rojin di çalakiyê de ne.
Çalakiyên protestoyî yên xwendevanên zanîngehên Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helebce, Kelar, Kifrî, Koye û Raperîn danî destpêkirin îro jî dewam kir.
Bi hezaran xwendevanên Silêmaniyê kom bûn û ber bi Walîtiya Silêmaniyê meşiyan.
RÊ LI BER TRAFÎKÊ HAT GIRTIN
Xwendekarên zanîngeh û peymangehê li Hewlêrê rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê li trafîkê girtin û daxwaza mafên xwe kirin.
Hêzek zêde ya asayîşê li cihê çalakiyê kombûye û rê nade saziyên çapemeniyê ji nêzîk de çalakiya xwendekaran bi şopînin.
OLDARAN PIŞTEWANÎ DAN XWENDEVANAN
Çar rojin li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngeh û peymangehan li dijî nedana xercî û nebûna xizmetguzariyan li qadanin û xwepêşandanan dikin.
34 melayan bi daxuyaniyek nivîskî ku pêşkêşî her sê serokatiyên Herêma Kurdistan, wezareta perwerdê û hêzên ewlehiyê kiriye piştgiriya xwe ji mafên xwendekaran re nîşandan.
Di daxuyaniyan melayan de bang li desthilata Herêmê hat kirin û hat gotin, “Herêma Kurdistan di rewşek metirsîdar de derbas dibe. Nebûna muçe û xizmetguzariyan bûye sedem hejmarek zêde ji ciwanan berê xwe bidin dervey welat û li ser sinor û deryayan dimirin.”
Di daxuyaniyê de bang li hêzên ewlehiyê jî hat kirin û hat diyarkirin divê hêzên ewlehiyê li cem zalim û zalimkaran cih negirin û êrişê gel nekin.
Di beşek din a daxuyaniyê de daxwaz ji hersê serokatiyên herêmê hat kirin ji beriya ku rewş ji kontrolê derkeve, di zûtirîn dem de guh bidin daxwazên xwendekaran û daxwazên wan bi cih bînin.