Berxwedana xelkê Şengalê 26 roj in bênavber dewam dike

Xelkê Şengalê 26 roj in li pêşiya Asayîşa Êzidxanê nobedê digire û bi biryardarî li ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê radibe.

Li dijî peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê ku Asayîşa Êzidxanê û saziyên xwerêveberiyê yên civaka Êzidî qebûl nake, xelkê Şengalê ji 9'ê Cotmehê ve li ber xwe dide.

Bi vê biryardariyê li ber Asayîşa Êzidxanê 26 roj in nobed tê girtin.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" pêk tê.

Li dijî helwesta hêzên çekdar ên Iraqê ya li hemberî meşa doh a Şengaliyan, berxwedêran konê xwe li ser rêya giştî ya li pêşiya asayîşê vedan.

Hêzên Iraqê xwestin ku kon ji ser rê bê rakirin, lê çalakvanan ev yek qebûl nekirin.

Komek ji çalakvanan li ber deriyê Navenda Asayîşa Êzidxanê, beşek jî li dora konê li ser rêya bingehîn agir dadan û heta serê sibehê nobed girtin.

Ciwanê bi navê Bawer Êzidxan bang li ciwanan kir ku piştgiriya çalakiyan wan bike û diyar kir ku heta ku daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya wan berdewam dike û got; "Weke ciwan em ê xwe li ser vê xakê feda bikin û em ê li ber xwe bidin."