BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 26'AN DE YE

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 26'an de ye. Li gelek eniyan şer dewam dike. Êrîşên hêzên dagirker ên li dijî sivîlan jî zêde bûne. Rewşa dawî ya berxwedana serdemê hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî bişopînin.

22:48

Şervanên QSD'ê li girê Bililkayê êrîşa çeteyan têk bir

Şervanên QSD’ê êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî  girê Bililka yê Racoyê têk bir.

21:11

Li girê Bililka yê Racoyê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer giran e.

 

17:04

QSD’ê bîlançoya îro ya berxwedana li Efrînê eşkere kir

QSD’ê têkildarî bîlançoya Berxwedana Serdemê ya îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek herêmên Efrînê bomberdûman dike.

 

16:40

Cenazeyê 21 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin veşartin

Welatiyên Efrînê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 20 şervan û sivîlekî li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

 

16:31

Artêşa Tirk a dagirker gundên Omera û Çema yê Şerayê bomberdûman dike. -ANHA-

15:47

 

15:21

Di dîmenên ANHA'yê de ku li navçeya Şiyê ya Efrînê kişandiye, tê dîtin ku artêşa Tirk zerar dane malên sivîlan.

 

14:54

Hêzên dagirker bombeyan li navenda Cindirêsê dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi hawan û obusan bombeyan li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê dibarîne.

Bomberdûman li cih û warê sivîlan tê kirin û hê jî dewam dike.

14:26

 

14:02

 

13:50

Meşa dirêj a ji bo Efrînê di roja 3. de ye

Meşvanên Lozan-Cenevreyê tevî serma û seqemê dest bi roja sêyemîn a meşa xwe kirin.

 

13:42

 

12:42

 

12:04

Artêşa Tirk bombeyan li navçeya Şiyê û derdora wê dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe ev 26 roj in êrîşî Efrînê dike, bombeyan li navçeya Şiyê û derdora wê dibarîne.

Bomberdûman hê jî dewam dike.

12:03

 

12:02

 

12:02