Berxwedana malbatên girtiyan di roja 56'an de ye

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 56'an de ye.

Nobeda Edalaetê ya li Baroya Amedê, ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan temam bûne lê nayên berdan hate destpêkirin, di roja 56'an de ye.

Ji xizmên girtiyan Hasîne Guler diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û got, "Em ji bo girtiyên nexweş hemûyan di çalakiya edaletê de ne. Hem kurê min hem jî hevserê min nexweş in, girtî ne. Hevserê min 3 caran bi koronayê ket, jiyana xwe nikare bi tena serê xwe dewam bike. Gelekî nexweş in û rewşa wan giran e. Gelo çawa dibe ku girtiyên bi nexweşiyên ewqasî giran girtî têne hiştin."

'HETA EDALETÊ EM LI VIR IN'

Xizma girtiyên nexweş Nûray Abay jî got, "Derdê me hemûyan hevpar e. Kurê keça min jî du sal in girtî ye. Edalet nîne, maf nîne. Em dayik ji bo edaletê li hev civiyane. Ji bo girtiyên nexweş hemûyan em li vir in. Hêvîdarim ku em ê edaletê bi cih bînin û wan rojan bibînin."

Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî destnîşan kir ku yekane tişta ew dixwqazin edalet e û heta vê daxwazê pêk bînin wê çalakiyê bikin.