Berxwedana malbata Şenyaşar didome

Malbata Şenyaşar a ku ji bo edaletê li ber xwe dide got “Bila tu kes qala edaleta li Tirkiyeyê neke. Em mafdar in û di sir û sermayê de jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bûbû, li dijî zilma li hemberî wan pêk hatiye bi daxwaza edaletê di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 302’an de berdewam dike. Malbat ji mala xwe ya 42 kîlometreyan dûrî Rihayê hatin pêşiya edliyeyê. Ligel ku hewa gelekî sar bû jî malbatê dîsa bi dowîzên ‘Em edaletê dixwazin’ dest bi çalakiyê kirin.

Ferît Şenyaşar ê ku di 2’ê Kanûnê de li Stenbolê tevlî forûma gel a Hêzên Têkoşîna Girtî bûbû got “Ji ber ku doz di pêvajoya darizandinê de ye tu kes nikare mudaxeleyî hiqûqê bike. Em îro dîsa hatin ber edliyeyê. Hewa di binê sifirê de 2 derece ye. Ji sermayê em nikarin biaxivin. Lê em mafdar in. Hewa çiqasî sar be jî em ê têkoşîa xwe bidomînin. Me ji bo konê du kesî serî li Walîtiya Rihayê dabû kê walîtiyê vê daxwaza me red kir.”

Ferît Şenyaşar diyar kir dêya wî 65 salî ye û got “Du daxwazên dêya min hene. Li nexweşxaneyê li pêşberî çavê wê hevjînê wê û du kurên wê hatin kuştin, lê dosye nayê vekirin. Birayê min Fadil 4 sal in girtî ye. Heta ku vê nobeta me ya edaletê bidome bila tu kes qala edalet, heq û hiqûqa li Tirkiyeyê neke.”

Ferît Şenyaşar diyar kir ku parlementerên AKP’ê li Rihayê nikarin derkevin pêşberî gel û got “Ji ber ku hemû gelê Rihayê bi vê daxwaza me re ne. Em li ser gotina xwe ne, wê têkoşîna me bidome. Wê edalet were edliyeya Rihayê.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Nobeta me ya edaletê di binê sifirê 2 dereceyan de didome. Daxwaza me ya edaletê bi cih nehat û walîtiyê daxwaza me ya konvedanê jî red kir. Dayikek di vê sermayê de li ber deriyê dadgeha Rihayê. Rayedar jî li ser medyayê li vê rewşê temaşe dikin.”