Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 59'an de didome

Malbata Şenyaşar ku ev 59 roj in li ber xwe dide, got, ''Em ê li bara hiqûqa ku xurta diparêze bêdeng nemînin. Ev rajorî wê ne heta hetayê be.''

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenaşar ku wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wan komkujî li ser malbata wan kirin ev ev 59 roj in li dijî dadgehên Tirk ku komkujan diparêze li ber edliyeya Rihayê çalakiya nobetê digirin.

Malbata Şenyaşar ku ev 59 roj in nobeta çalakiyê digire, got, ''Em ê li bara hiqûqa ku xurtan diparêze bêdeng nemînin. Ev rajorî wê ne heta hetayê be'' û ji bo serdanê malavayî li Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Rojhilata-Başûr, Alîkarê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê, Mêrsîn, Amed, Dîlok û Rihayê kir.