Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 349'an de didome

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku hatin qirkirin têkoşîna dadê dide, diyar kir daxwaza dadê bûye hêviya civakê.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 349 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin.
 
Ji ber ku di rojên betlaneyê de Edliyeya Rihayê girtî ye, malbatê çalakiya xwe li mala xwe berdewam kir. Derheqê mijarê de jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Daxwaza me ya edaletê ya bûye hêviya civakê. Her roja ku em li ber deriyê edliyeyê rûdinin, bi hezaran kes lanetê li we dikin. Gelo haya wezîrê edaletê ji wê dayika li ber deriyê Edliyeya Rihayê edaletê dixwaze heye?”