Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 239’an de didome

Malbata Şenyaşar berxwedana xwe di roja 239’an de didomîne. Malbat êdî li ser dêrencekên dadgehê çalakiya xwe ya nobetê didomîne.

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de dest bi Nobeta Edaletê kiribû.  Nobeta Edaletê di roja 239’an de didome. Malbat îro jî hat ‘Qada Edaletê ya Malbata Şenyaşar’ û nobeta xwe wê êdî li ser dêrencekên avahiya dadgehê bidomîne. Parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî tevlî çalakiya malbatê bû.

Ferît Şenyaşar di nobetê de axivî û got “Wezîrê Edaletê dibêje ‘Tişta ku avahiyê dike dadgeh ne tabela ye, edaleta paqij û lezgîn a di nava wê de ye’ Ma qey ev dadgeh ne girêdayî wezaretê ye? Zarok û hevjînê vê dayikê hatin qetilkirin, 8 meh in li pêşiya vê avahiyê ye. Çima edalet pêk nayê? Biryarên siyasî tên stendin. Divê roj berî rojekê edalet pêk were.”

Dema ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê xwest dîmenê qada çalakiya nobetê bigire, polîsan gotin “Qedexe ye ku li dadgeh û dora wê dîmen qere qeydkirin” û ew ji hewşa dadgehê derxistin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya li ser dêrencekên dadgehê didomînin.