Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 233’an de didome

Malbata Şenyaşar di roja 233’an a berxwedana xwe de dîsa hatin ber dadgehê.

Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû di 9’ê Adarê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 233’an de didome. 

Malbat di destê sibehê de hat ‘Qada Edaletê ya Malbata Şenyaşar’ a li pêşiya dadgeha Rihayê û nobeta xwe domandin.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Li Tirkiyeyê di her warî de rewşeke xerab heye û bingeha vî tiştî bêedaletî ye. Bi hêviya ku careke din em vegerin dewleta hiqûqê, berxwedana me ya li pêşiya dadgehê di roja 233’an de didome.”