Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 219’an de didome

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê 219 roj in li ber xwe dide, diyar kir ku parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku malbata wan qetil kiribû, ji aliyê dewletê ve tê parastin.

Emîne Şenyaşar a ku xizm û parêzvanen parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibû, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, li pêşiya dadgeha li Rihayê dest bi nobetê kiribû. Çalakiya malbatê di roja 219’an de didome. Fadil Şenyaşar ê ku ew jî 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de ye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî.

‘PARLEMENTERÊ AKPÊ YILDIZ TÊ PARASTIN’

Ferît Şenyaşar got “Nobeta min û dayika min, di bin zilmê de didome. Wezîrê Edaletê û Wezîrê Tenduristiyê di serî de hemû wezîr dizanin çi hatiye serê me. Her kes dizane ku parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz tevî xizmên xwe li nexweşxaneyê qetlîamek kirine. Rayedar bi xwe dibêjin. Ligel ku her kes dizane, Yildiz ji aliyê rayedarên payebilind tê parastin. Ji ber vê jî dozger û dadger nikarin peywira xwe bi cih bînin. Her kes ji me re dibêje ‘Em dizanin qetlîam hatiye kirin’ û ew li benda ketina parlementeriya wî ne.”

BAL KIŞANDIN SER GIRTIYÊN NEXWEŞ

Şenyaşar diyar kir ku gelek kesên wekî wan rastî bêedaletiyê tên û got “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ayşe Ozdogan jî yek ji van kesan e. Divê a niha li nexweşxaneyê were tedawîkirin lê di girtîgehê de ye. Kesên li nexweşxaneya Sirûcê qetlîam kirin li derve ne, Ozdogan a ku derbarê wê tu delîlên sûc tuneye ji dêvila ku li nexweşxaneyê were tedawîkirin di girtîgehê de ye. Êdî divê hinek kes ji vê zilmê re bibêjin êdî bes e. Divê hemû kesên xwedî wijdan li hemberî vê zilmê bibêjin êdî bes e.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wêneyê girtiya nexweş  Ayşe Ozdogan a di Girtîgeha Tîpa L a Doşemealtiya Antalyayê belav kir û got “Saziya darazê riziyaye, helwesta etîk û nirxên exlaqî hate tunekirin. Li Dadgeha Rihayê kesên payebilind tên parastin. Kesên li nexweşxaneyê qetlîam kirine li derve ne, kesên divê werin tedawîkirin jî di girtîgehan de ne.”