Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 187’an de didome

Malbata Şenyaşar di roja 187’an a berxwedana xwe de peyama ‘Ev zilm wê her li cihekê raweste’ da.

Nobeda Edaletê ya Dayika Emîne Şenyaşar a hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, parêzvan û xizmên wî ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar 9’ê Adarê dabû destpêkirin di roja 187’an de didome. Malbata Şenyaşar ji ber edliyeya Rihayê girtiye, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domandin.

Li ser tevna civakî ya malbatê ji bo Wezareta Edaletê û Desteya Giştî ya Meclîsê peyam şandin û got: “Qêrîna dayikekê ku hevjîn û du kurê xwe li nexweşxaneyê hatin qetilkirin a li pêşiya edliyeyê her roja diçe dibe doz. Dozeke rojane vedikin û vedixwînin îfade didin. Ev zilim wê her li cihekê bê rawestandin.”