Berxwedana ku mohra xwe li serdemê da

Artêşa Tirk li gorî qaîdeyên şer tevnegeriya û çekên kîmyewî bi kar anî. Şehîdan jî esalet li esaleta şoreşê zêde kirin.

 

Tu av wê nikaribe dijminên gelê Kurd û Kurdistanê paqij bike. Wê di her kêlîka dîrokê de qirêj bimînin. Tu agir wê kujerên ji bo azadiyê têdikoşin pak neke. Wê di hemû dîrokên zeman de mirdar bin. Wê av rêya xwe bibîne û biherike. Bi herikandinê re wê coşa wê zêde bibe. Agir heta ku bibe xwelî wê vêkeve, heta ku çirûsk ji xweliyê bipekin wê yên dişewitin yeko yeko pak bibin. Wê li holê bi tenê rastî bimîne, wê bi tenê heqîqet bimîne. Hinek kes wê ji bo mirovatiyê canê xwe bidin û hinek kes jî ji bo şewitandina mirovayetiyê wê bibin dojeh. Hinek jê wê bibin av û hemû bedewiyan ji peravan rakin. Hinek kes jî wê li dojehê wekî dilopek av dilê mirovahiyê hênik  bike û birijin ser agir û agir belawela bike. Wê piştre bi tenê xwelî bimîne û çirûsk.

Li Avaşînê ya ku bûye agirê dojehê, em li çîrokên şervanên bûne agir, ji xweliya xwe welidîne û ji çirûskan sor dibin, guhdarî dikin. Em temaşe jî dikin.

Qala berxwedana çend şervanên di bin fermandariya Şehîd Cûmalî Çorûm û Şehîd Çavrê tê kirin yên ku ji 7’ê Hezîranê û vir ve li qada Werxelê ya Avaşînê li ber xwe didin.

Fermandarê berxwedanê Cûmalî Çorûm dibêje ‘Hinek dubare xweş in, di dîroka me de gelek berxwedan hene. Dubarekirina van berxwedanan xweş e.”

Ev hevok armanca berxwedêrên Werxelê jî eşkere dike. Armanc tişta herî mezin e ku berxwedêran dixe nav şer. Bêyî armanc mirov dikare bijî? Ji zindiyan bigirin heta her tişta li gerdûnê lêgerîna wê ya wateyê heye. Ji ber ku lêgerîna wateyê ye tişta mirov li pey armancê dide lezandin. Ji bo bidestxistina armancên xwe aîdî wan kesên fedakar û dilpak in. Tevlêbûna nav refên azadiyê tiştekî din e lê tevlêbûna li ser bîr û hayjêbûnê ne dûrî armancê ye. Armanca ku şer bi berxwedêrên Werxelê dikir jî azadî bû! Azadiya ji bo hemû tiştî û hemû kesan.

Rastiya PKK’ê ev tişt nîşanî me da, hêza fermandarekî şervanên bi wî re ne. Rûmet û rêzdariya ku fermandar daye şervanên xwe, wan bêtir wêrek û berxwedêr dike. Em ji vî tiştî re dikarin bibêjin pênasekirina kesayetiya fermandariya sosyalîst. Çiqas berxwedan hewce be, ew qas li ber xwe da. Çiqasî şer hewce be, ewqasî şer kir. Divê mirov çiqasî ji jiyanê hez bike ewqasî jê hez kirin. Fermandar Cûmalî ji şervanên xwe bawer kir. Ji şervanên xwe hez kir. Cesaret û bawerî da şervanên xwe. Heta kêlîka dawîn a berxwedanê bi dilekî tijî hêvî û bawerî berxwedan bi rê ve bir. Wekî peyamên berxwedêrên Werxelê “Em berxwedêrên YJA Star û HPG’ê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku rezîl nebe, serî li metodeke rezîl da. Artêşa Tirk di têkoşîna xwe de li gorî qaîdeyên şer tevnegeriyaye, bi namerdî nêz bûye. Berxwedanê artêşa Tirk daye sekinandin.

Dagirker ji bo ku dengê berxwedana Werxelê neyê bihîstin, çekên kîmyewî bi kar anîn. Ji 7’ê Hezîranê û heta niha li ber xwe dan. Çekên kîmyewî a ku bedena mirovan dişewitîne. Li hemberî vî tiştî mirov çawa li ber xwe dide, gerîla ev jî nîşanî me da. Di şexsê berxwedêrên Werxêlê de berxwedana Zendûra û Girê Sor,  wêrekiya Cûmalî Çorûm, Çavrê, Azad, Dilvîn û Mahîr mohra xwe lê da.

Ew bûn palpişt û rêzanên gelê Kurd, Kurdistan û mirovayetiya pêşverû. Wan li ser xeta Kemal Pîr û Sakîne Cansiz esalet li esaleta şoreşê zêde kirin.