Berxwedana jinan a li Rojava bi pirtûka 'Em dizanin çi dixwazin' tê ber destê Swîsriyan

Pirtûka bi navê 'Hûn Dizanin Çi Dixwzin' ku piştî xebata komeke dîtor a femîst a li Rojava ya bi navê ''Gemeinsam Kämpfen-Têkoşîna Hevpar'' derketî, vê mehê li Swîsretê wê were nasandin.

Di navbeyna 17-22'yê Tebaxê li Basel, Zûrîh, Luzern, Solothurn û Bernê pirtûk were nasandin. 

Di nasandina pirtûkê de ya bi navê 'Em dizanin çi dixwazin'' ku ji hêla Komîteya Rojava ya Swîsreyê ve tê organîzkerin, ''Şoreşa jinan ya li bakur û rojilatê Sûriyê, ji hêla aktivîstan ve ji her alî ve wê were veguhaztin.''

Komîteya Rojava ku bang kir tevlê rojên danasandina pirtûkê bibin, got, ''Pirtûka ku tevgera jina Kurd ji dîrokî ve vedibêje û balê dikişîne ser referansên wê yên îdeolojîk ji bo nerîneke global a li guherîna civakî giriniya rêxistiniya feminîst destnîşan dike.

Bi vê tûra danasandina em dixwazin bi we re li ser pitûkê biaxivin bersivê bidin pirsên wan, tecrûbeyên xwe yên li ser nivîsîna pirtûkê vebêjin û ew fersend bikeve des me ku hinekî we agahdar bikin.''

Rojên danasandina pirtûkê:

17'ê TebaxA 2021'AN, Saet: 18.00 - Lokala CDK'ê

18'ê Tebax'a 2021'an, Saet: 19.30 - Volkshaus (beim NiUnaMenos-Platz), 

19'ê Tebaxa 2021'an, Saet: 18:30 -Lokala CDK 

20'ê Tebaxa 2021'an, Saet: 18.30 - Lokala CDK 

21'ê Tebaxa  2021'an, Saet: 18.30 - Lokala CDK 

22'yê Tebaxa 2021'an,- Sakine Cansiz Festival, Büchertisch

Saet: 11.00  (1. Mai Platz, Zürich) 

Derheqê pirtûkê ji vê adrêsê mirov dikare agahiyan bistîne:

https://rojavaagenda.noblogs.org/post/2021/07/17/buchvorstellung-wir-wissen-was-wir-wollen-frauenrevolution-in-nord-und-ostsyrien/