Berxwedana gerîla ya li Werxelê dewam dike: Dagirker nekarî bi pêş ve biçin

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin, nekarîn li pêşberî berxwedana hêzên gerîla bi pêş ve biçin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê;

16'ê Îlonê saet di navbera 19:45-22:00 de artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê xwestin bikevin qada berxwedanê, lê belê di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Dagirker li pêşberî berxwedana hêzên me nekarîn bi pêş ve biçin.

16'ê Îlonê saet di navbera 15:27-22:20'î de li herêma Garê bi balafirên şer bombe li qada Kafyayê hate barandin.

16'ê Îlonê saet di navbear 19:20-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Kêste, Hirorê, Êdinê, Dêşîşê û Serarû, qada Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

16'ê Îlonê nîvê şevê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman geriyan. Heman saetê qadên Girê Qartal, Stûnê, Geliyê Basya, Dola Bizina û Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

16'ê Îlonê saet di navbera 13:20-13:30'î de li herêma Zapê qada Kurojahro bi balafirên şer hate bombekirin.

Hêzên Îranê di navbera 8-15'ê Îlonê de qadên Berbizina, Goşînê, Girê Şehîd Laşer û Kelaşînê bi balafiran û hawanan bombe kirin.

15'ê Îlonê li qadeke ser bi Dinartê, ti têkiliya hêzên me bi bûyera ku li hemberî hêzên PDK'ê hate kirin nîne. Ne rast e ku rayedarên PDK'ê beriya ku bûyerê lêkolîn bike, yekser tevgera me sûcdar kirin. Ev yek dûrî ji rastiyê ye."