Berxwedana gelê Şengalê di roja 55’an de didome

Gelê Şengalê ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê çalakî dabû destpêkirin. Çalakiya gel di roja 55’an de didome.

Çalakiya xelkê Şengalê ya ji bo piştgiriya Asayişa Êzidxanê dabû destpêkirin, di roja 55’yan didome.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedabûn.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatibû destpêkirin di roja 55’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve didome.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.