Berxwedana gelan a li Maastrîchtê bi dirûşman bi dawî bû

Çalakiya li Maastrîchê bi peyamên azadî, edalet û berxwedanê bi dawî bû.

Lihevkombûna gelan a Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn bi dirûşma ‘JI Ocalan re azdî, ji Kurdistan re statû’ li bajarê Maastrîcht a Hollandayê hate kirin, bi axaftin û dirûşim û peyamên azadî edalet û berxwedanê bi dawî bû.

Di şahiyê de Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî, nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûman da û got: “Dixwazin bi vê çokê li ber Kurdan bidin danîn, lê nizanin ku ew wê çok danin. Erdogan ê li ber ketinê dixwazin bi qeyûm û şerê rejîmê xwe li ser lingan bihêlin, lê ev polîtîka wan rizgar nake. Tu kes nikare pêşiya ketina wan bigire.”

Koçyîtîg bal kişand ser girîngiya siyaseta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser siyaseta Tirkiyeyê û diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê welat xistiye ciravê. Koçyîgît destîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û Ocalan ji nû ve li ser maseyê rûne.

Piştî Koçyîgît li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa Aliye Varto mafê axaftinê girt, diyar kir ku jin ji bo azadiya Ocalan wê tim li qadan bin, bang li hemû jinan kir ku hê zêdetir li dorî Tevgera Jina Kurd kom bibin.

Li aliyê din kesên axivîn daxwaza azadiya Ocalan kirin û li dijî gefên dewleta Tirk a li ser Rojava divê her kes rabe ser lingan.

Hunermend Ferhat Tunç ê piştre derket dikê nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên li ser siyasetmedarên Kurd û got: “Siberoja bêedalet û bê hiqûqan nîne.”

Herî dawî piştî axaftinan û şûn de girseya gel li ber stranên Ferhat Tunç û Serhedo goven gerandin û bi dirûşman peyamên berxwedanê dan.