Berxwedana Şenyaşaran didome

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne got. ''Em ê bi hev re adaletê bînin.''

Malbata Şenyaşar ev 285 roj in berxwedana xwe li ber edliyeya Rihayê didomîne.

Ji ber ku dawiya heftiyê ye malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam belav kir: ''Tirkiyê beirya bi 72 sal in Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan a Tirkiyê îmze kir. Lê li Rihayê nayê bicihanîn. Dayikek ev 285 roj in adaletê dixwaze.  Pergala hiqûqê li Rihayê di destê hinan de ye. Em ê adalet û hiqûqê bi parêzvanên mafê mirovan re bînin.''