Berxwedana Şenyaşaran di roja 327'an de didome

Li dijî komkujiya AKP'yiyan berxwedana malbata Şenyaşar di roja 327'an de didome.

Nobeta Dadê ya Malbata Şenyaşar ku 9'ê Adarê li ber avahiya Edliyê ya Rihayê li dijî komkujiya AKP'yiyan hatî destpêkirin di roja 327'an de didome.

Malbat ji ber ku şemî û yekşem e nobeta xwe li malbata xwe ya pirsûsê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek da. Di peyamê de hate gotin, ''Piştî komkujiya ku li ser malbata me hatî kirin tişta ku me fêhm kirî ew e ku yasa li gorî kesan û bajaran diguherin. Ji kesên ku sûcê mirovahiyê kirine hesab neyê pirsîn jî di ûcdana civakê hatine mehkûmkirin.''