Berxwedana Şenyaşaran di roja 325'an de ye

Berxwedana Malbata Şenyaşar ku ferdên malbatê ji aliyê AKP'iyan ve hatin qetilkirin, di roja 325'an de ye.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda xwe ya ji bo edaletê dewam dike. Çalakî îro di roja 325'an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî îro bê ber avahiya edliyeyê, lê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir. Ferît Şenyaşar jî hate ber edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.