Berwarî: Xelkê Başûr hebûna xwe bi hebûna gerîla ve dibîne

Akademîsyen û siyasetmedar Kamîran Berwarî ragihand ku artêşa Tirk li Garê û Heftanînê têk çû û anî ziman, dewleta Tirk bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze telafî bike.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser qadên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li vê herêma ku êrişên hewayî lê zêde ye, artêşa Tirk li bejahî li hemberî berxwedana gerîla gelek kuştiyan dide. Artêşa Tirk a ku nikare li ber gerîla bisekine bi êrişên hewayî bombeyan li qadên sivîl dibarîne.

Akademîsyenê Zanîngeha Duhokê û siyasetmedar Kamîran Berwarî li ser êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

'LI HEMBERÎ TÊKÇÛNA GARÊ XWESTIN BIRÎNÊN XWE DERMAN BIKE'

Berwarî anî ziman ku demek dirêje dewleta dagirker a Tirk amadekariyên xwe yên dagirkirinê li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dike û wiha axivî: "Piştî têkçûyîna Tirkiyeyê li Heftenîn û Garê, Tirkiyeyê li gel hêzên herêmî û navxweyî ji bo amadekiriyên dermankirina van têkçûyîna bike di nava hewldanan de bû. Tirkiye bi vê hewldana dagirkirinê xwest li hemberî têkçûna Garê serketinekê bi dest bi xwe û bi mehan bû di nava amadekariyan de bû. Di 23'ê Nîsanê de hêzên herêmî, NATO û Emerîkayê ji bo vê operasyona Tirkiyeyê ronahiyek kesk pêxist. Gelek balkêşe ku hewldana dagirkirinê di salvegera qirkirina Ermeniyan de hate destpêkirin. Tirkiyeyê dizanî wê Emerîka qirkirina Ermeniyan qebûl bike û ji bo vê yekê jî peyam da hêzên navdewletî û xwest Kurdan jî qir bike."

'JI HERÊMÊ Û KESÊN BIYANÎ TEVLÎ HEWLDANA DAGIRKIRINÊ BÛNE'

Berwarî da zanîn ku hewldana dagirkirinê ya Tirkiyeyê ji Xabûr heta herêma Berwariya, Avaşîn, Zap û Metînayê ye û wiha pê de çû: "Ev herêm nêzî 100 kîlometre ye. Ji bo ev cih jî bên dagirkirin demek dirêje Tirkiye amadekiriyên xwe dike. Kesên tevlî êrîşa dagirkirinê bûne jî kesên berî niha ji vir birine li ser axa Tirkiyeyê perwerdehiya leşkerî dane wan û kesên ku bikarin di çiyayan de şer bikin e. Di nava van kesan de welatiyên herêmê, cerdevanên li Tirkiyeyê û çeteyên ji Sûriyeyê hene ku tevlî operasyona dagirkirinê bûne. Hejmara van kesan jî nêzî 400 – 500 kesî ye. Hem ji Bakur hem jî ji Başûr dixwazin êriş bikin û xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Hezên çekdar ên Tirk li herêmê teknîkek cuda bikar tîne ji bo bikare şikeftên gerîla birûxîne. Her wiha du caran jî hatiye tespîtkirin ku Tirkiyeyê gaza kimyayî bikaraniye."

'TIRKIYE LI HEMBER GERÎLA TÊK ÇÛ'

Berwarî destnîşan kir, ku Tirkiye armanc dike ku 12 cihên stratejîk ên herêmê dagir bike û wiha dom kir: "Tirkiye bi vê hewldanê dixwaze xeta Berwarî û Doskî bigre û têkiliya navbera gerîla qut bike. Bêguman dewleta Tirkiyeyê li hember gerîla di aliyê leşkerî de şikest. Piştî têkçûna Tirkiyeyê li Heftenînê û Garê li seranserî cîhanê ti qîmeta Tirkiyeyê nema. Êdî kes weke hêza duyemîn a NATO'yê lê nanêre û berçavên dinyayê bêqîmete. Êdî Tirkiye nikare cihê bixwaze biçe dagir bike. Yan jî cihê biçe nikare derkeve."

‘DEMA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E’

Berwarî bilêv kir ku gelên Kurdistanê li raman û felsefeya Ocalan xwedî derdikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelên Kurdistanê modela KCK’ê dipejîrîne û li pişt gerîlayên azadiyê cihê xwe digre. Li çar aliyên Kurdistanê û ji derveyî welat gelên cîhanê hêza gerîla weke hêza şoreşger, berxwedêr û bergiriyê ji xak û ava Kurdistanê re digre, dibîne. Xelkê Başûr hebûna xwe bi hebûna gerîlayan ve dibîne. Ji bo vê yekê êdî dem dema azadkirina Rêber Abdullah Ocalan e û PKK ji lîsteya terorê derxistinê ye. Bi vî awayî pêwîste xebatên siyasî û dîplomatîk hem li Kurdistanê û hem li cîhanê bên pêş xistin. Êdî li 4 perçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn bila xwîn bisekine. Êdî bila her kes bizanibe ku polîtîkayên tinekirina Kurdan û xeyalên dagirkirina Kurdistan têk çûye. Ev plan ti carî serneket û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekeve."

'QIRKIRINA KURDAN'

Berwarî anî ziman ku li Başûrê Kurdisanê ji derveyî komekî berjewendîparêz û li gel têkiliyên xwe yên aborî yên li gel Tirkiyeyê re her kes vê hewldana dagirkirinê weke qirkirina li dijî Kurdan dibîne. Berwarî destnîşan kir ku ji bo pêşî li hewldana dagirkirina xaka Kurdisanê bê girtin divê Kurd yekitiya xwe ava bike û ev tişt got: "KNK bi salan e ji bo yekitiya neteweyî pêk bê xebatan dide meşandin. Niha jî KNK li gel hemû partî û saziyên Kurdan rûdine û li ser yekitiyê xebatan dide meşandin. KNK hewldide ku di nava partiyên Kurdan de tifaqek neteweyî û ji bo xizmeta gelên Kurdistanê biafirîne. Ev serdemek zêrîne ku dijî dagirkeriyê hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdisanê û bi taybetî jî Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Wezareta Pêşmbergeyan helwesta xwe nîşan bide. Divê Başûr xwedî helwest be û li dijî dagirkirinê daxuyanî werin dayîn û welatî derkevin qadan. Yan jî li dijî îradeya gelan nebin asteng. Ev rol û mistek dîrokî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan e."

'DIVÊ HER KES LI ŞENGALÊ XWEDÎ DERBIKEVE'

Berwarî destnîşan kir ku Şengal herêmekî timî di hedefa Tirkiyeyê, Iraq û hêzên herêmî de ye û wiha got: "Di vir de tê xwestin ku deskeftiyên Kurdan ji dest bigrin. Divir de sê qonaxên dîrokî hene. Qonaxa yekemîn têkbirîna îradeya xelkê Şengalê ye. Qonaxa duyemîn deskeftiyên Rojava ye û qonaxa sêyemîn jî deskeftiyên tevahiya Kurdan û qirkirina Kurdan e. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî û xalkên Kurdistanê li Şengalê xwedî derkevin û mil bidin milê Şengaliyan. Ji ber tişa hevsengiya Rojhilata Navîn diparêze Rojava û Şengal e. Li Rojhilata Navîn tenê îro li du cihan demokrasî, wekhevî û mafê mirovan heye,  ev jî Rojava û Şengal e. Ji ber ku Modela Konfederalîzm Demokratîk modela yekemîn ya jiyana hevpar û demokartîke.  

Welatên cîhanê di qeyrana mezin ya civakî de ye. Ewropa qeyrana civakî, siyasî û aborî dijî û dixwaze van pirgirêkên xwe li Rojhilata Navîn li Kurdistanê çareser bike. Rûsya, qeyranek mezin dijî û ti eleqaya wî Rojhilata Navîn tineye û dixwaze li Sûriyeyê pirsgirêkên xwe çareser bike. Israrîl welatekî ku pêşeroja wê di metirsiyê de ye û piştî peymana Îbrahîmî li gel Ereban bi serneket û niha hewldide Tirkiyeyê li ser lingan bigre û piştevaniya alav û cebxaneyên leşkerî dike. Bi vê dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê lewaz bike. Hemû hêzên li dijî Kurdistanê li ser xala Kurd ligel hevin û piştevaniya hev dikin. Ev welat dixwazin Modela Konfederalîzm Demokratîk ya li Kurdistanê têkbibin û hêza Kurdan lewaz bikin. Li hember vê jî gelekî 60 mîlyonî heye ku li vî welatî û li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwedî derdikeve. Dîsan siyaseta Kurd bi yekgirtinekê dikare hemû plan û projeyên dagirkeriyê têk bibe. Êdî koma ku li Başûr piştevaniya dagirkirinê dike hatiye teşîr kirin. Tenê du rêyên wan hene. Yan wê Rojava, Şengal û Başûr radestî Tirkiyeyê bike yan jî divê xabatek neteweyî, aştiyane û demokartîk bimeşine."