Bersiva ji Stêrk Tv’yê re: Doz li gorî zagonan tê şopandin

Wezareta Çandê ya Norwecê, pirsnameya ji bo sekinandina weşana Stêrk Tv’yê bersivand.

Wezîrê Çandê yê Norwecê Lînda C. Hofstad Helleland li ser daxwaza xwediyê Stêrk Tv’yê û Gerînendeyê Weqfa Medya û Çandê ya Kurdan Ramîn Mamedî, ji aliyê Serokê Partiya Sosyalîst a Çepgir (SV) Aûdûn Lysbakken pirsnameyek da Wezareta Karên Derve ya Norwecê.

Wezîrê Çandê yê Norwecê Helleland diyar kir ku divê weşan bala xwe bide ser azadiya weşanger û temaşevanan û got: “Li gorî Peymana Ekonomîk a Ewropayê xizmetên medyayê li ser vê prensîbê ye ku, weşanger divê li gorî zagonên welatê ku lê ye tevbigere. Rayedarên vî welatî jî destnîşan dikin ku saziya weşanger li gorî peyman û dîrektîfê tevdigere. Li beramberî vî tiştî divê mafê neqlkirina weşana serbest bide dewletên endam.

Li gorî agahiyên ku dane min Stêrk Tv li Saziya Kontrolkirina Medyayê de (Medîetîlsynet) weşangerekî ji peykê ye. Li gorî vî tiştî Stêrk Tv di çarçoveya qada hiqûqî ya Norwecê de ye û weşanê ji Ewropa û Rojhilata Navîn re dike.”

Helleland diyar kir ku haya wî ji nameya RTUK’ê heye ya ku di 29’ê Gulanê de ji Saziya Kontrolkirina Medyayê ya Medîetîlsnyetê şandiye û têde gotiye ku Stêrk Tv ji aliyê Tirkiyeyê wekî “derzagonî û weşana terorîstan” tê dîtin û got: “ Ev doz li Saziya Kontrolkirina Medyayê ya Medîetîlsynetê ye. Ez bawer im ku wê Medîetîlsynet wê li gorî peymanên navneteweyî û li gorî zagonên Norwecê binirxîne.”

Medîetîlsynetê ez agahdar kirim ku dewleta Tirk bang li Eûtelsatê kiriye ku bila weşana Stêrk Tv’yê were sekinandin. Em dizanin ku Eûtelsatê ji xwediyê girêdana peykê (ûp-lînk) STN xwestiye ku sînyala Stêrk Tvyê qut bikin lê STN ev tişt red kiriye. Peymana di navbera Eûtelsat û STN’ê li gorî hiqûqa taybet e û derveyî rayeya Norwecê ye.”