Bersiva hilbijêran ji bo Erdogan: Em bi HDP’ê re ne

Piştî ku Erdogan got ‘ên ku destek dane HDP’ê wê hesab ji wan were pirsîn’ hilbijêrên HDP’ê gotin, sûcdar Erdogan e.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan beriya bi çendekê gef li HDP’ê û hilbijêrên HDP’ê xwaribû û gotibû ew ê hesab ji wan kesan bipirsin ku destek dane HDP’ê.

Kamûran Kalkan ê Ere got, ‘’Em tim alîgirê aştiyê bûn û piştî niha jî alîgirê aştiyê bin. Em naxwazin kesek bimire û dayik êşa zarokan bikişînin. Em dixwazin bi aştî û aramî li nav hev bijîn.’’

Kalkan bi domdarî got, ‘’Ez Ereb im û li dijî pergala vî welatî me. Her carê AKP’ê HDP’ê dike hedef. HDP ti caran nebûye alîgirê tundiyê. Ji bo vê jî ev gel li dijî zilmê tim behsa aştiyê kir û hê jî wiha ye. Em xwedî ev qas êş in û mirovên herî birûmet ê vî welatî ne. Her demê em ê behsa aştiyê bikin û destekê bidin HDP’ê ya ku têdikoşe. Em bawer dikin ku rojekê aştî wê were van xakan.’’

 ‘HDP PARTIYA HEMÛ GELAN E’

Hasan Altay got ew Kurd e û ji bo ku hebûna xwe biparêze û xwedî li zimanê xwe derkeve dengê xwe daye  HDP’ê û domand, ‘’Ez Kurd im û helbet ez ê dengê xwe bidim HDP’ê ku temsîla min dike. Partiyên din partiyên fermî yên dewletê ne. Bi ser de ne tenê partiya Kuran lê ya Ereb, Sûryan, Ermen,  Laz, Çerkez, Tirk e û ji hemû civakan mirov dengê xwe didin HDP’ê. HDP’ê 6 milyon deng standin. Serokkomarek nikare wiha gefê li partiyê û hilbijêran bixwe. Heta ku ez nasnameû zimanê xwe biparêzim ez ê dengê xwe bidim HDP’ê û destekê bidimê. Ez bawer dikim ku rojekê her kes wê dengê xwe bide HDP’ê. Ji ber ku mafê hemû welatiyan ji dest wan hatiye standin. Ên ku mafê wan ji dest wan hatiye standin rojekê wê destekê bide HDP’ê û têbikoşe.’’

 ‘ERDOGAN DIVÊ HURMETÊ JI VÎNA GEL RE BIGIRE’

Îsmet Kara jî li ser gefên Erdogan got, ‘’Êşa ku Kurdan û HDP’ê dîtî kesî nedîtiye. Êşa dayikan û hêstirên çavan jî. Dema ku mijar Kurd bin her kes çavê xwe digire û guhê xwe digire. Lli gel vê jî Kurdan tim aştî û demokrasî xwestin. HDP ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Her çendî weke partiyeke Kurd tê naskirin jî partiya hemû nasname, bawerî û zimanan e. Partiya hemû çewisandiyan e. Ne exlaqî ye ku Erdogan vê gefê li HDP’ê bixwe. Divê hurmetê bide HDP’ê û hilbijêrên wê.’’