Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Berpirsê DAÎŞ'ê di nav 6 mehan de hatiye berdan

Ilyas Aydin, çeteyê DAÎŞ'ê ku ji hêla QSD'ê ve hatiye girtin, got, berpirsê êrîşên bombeyî Muhammed Cengiz Daya sala 2016'an li Tirkiyeyê hatiye girtin û di nav 6 mehan de hatiye berdan.

Endamê çeteyê DAÎŞ'ê Ilyas Aydin, bi navê kod Ebû Ûbeyda Turkî got, wî ji endamê çete yê DAÎŞ'ê yê bi navê Nusret Yildiz, ku Înterpol bi bultena sor lê digere bihistiye ku, berpirsê tîma teqemeniyê yê DAÎŞ'ê  yê Tirkiyê yê dema 2014-2016'an Muhammed Cengîz Dayan (Abdulmuîn) ji hêla dewleta Tirk ve hatiye girtin û piştre hatiye berdan. Li ser îdîaya ku Dayan di Hezîrana 2018'an de ji Doza Dîlokê hate darizandin û 10 sal û 37 roj ceza lê hate birîn dema ku parêzer agahî dixwazin dibêjin, ''li ser dosyayê biryara veşartinê heye'' hê jî agahî nayê dayin.

Ilyas Aydin got Muhammed Cengîz Dayan ê ku anîne ser tîma ku li Tirkiyê çalakiyên bombeyî bike, çûye Efganîstanê û got, ''Dema ku ji Efganîstanê hatî bi nameya referansa El Qaîde hatibû. Dema cihêbûna DAÎŞ û Cephet El Nusra bi DAÎŞ'ê re mabû. Dema ku ez tevlî nav rêxistinê bûm, emîrê leşkerî yê Reqayê bû. Rêveberên paye bilind ê DAÎŞ'ê jî ew nas dikirin, ango bawerî pê dianîn.''

'ÊN KU PÊŞNIYARA WÎ DAN REVIYAN TIRKIYÊ'

Ilyas Aydin got kesên ku pêşniyar kirin û destek dan ku Muhammed Cengîz Dayan bibe berpirsê leşkerî yê Tirkiyê dema ku Til Ebyed ji hêla QSD'ê ve hatiye rizgarkirin reviyana Tirkiyê. Dayan got, ''Wê demê Ebû Eyûb ê Rakkavî hebû ku li ser îstîxbarata DAÎŞ'ê bû. Ji du eşîrên mezin ê Reqayê, ji yekê ji wan e. Ên di îstîxbaratê de tim ji eşîra wî ne.

Gelek ji wan dema ku Til Ebyad ket reviyan Tirkiyê. Berpirsê îstîxbaratê yê Til Ebyad bû û ji Sûriyê bû. Dema ku YPG Til Ebyad stand reviya Tirkiyê. Ahmet Guneş ev ji min re got. Belkî jî ji îstîxbarata Tirk bû û ji ber vê çû Tirkiyê. Ji îstîxbaratê gelek kes reviyan Tirkiyê. Ev kes beriya ku Abdulmuîn di dosyaya Tirkiyê de bibe peywirdar, ji bo ku ew bibe xwedî peywir raporên baş ji bo jor re dinivîsîn. Ên jor jî raporên ku wan didin, ango îstîxbaratê didan qebûl dikirin. Bi vî rengî Abdulmuîn û cemeata wî bûne berpirsê vê dosyayê.''

PIŞTÎ 6 MEHAN TÊ BERDAN

Çeteyê bi navê Ilyas Aydin bi berdewamî got, ''Ebû Zeynep Rakkavî biryar da ku wî (Abdulmuîn-Muhammed Cengîz Dayan) bişîne Tirkiyê, da ku operasyonên li Tirkiyê rê ve bibe.

Ilyas Aydin her wiha agahî da ku Dayan piştî ku diçe Tirkiyê bi 2-3 mehan ji hêla emniyeta Dîlokê ve tê girtin lê piştî 5-6 mehan tê berdan û endamê çeteya DAÎŞ'ê Nusret Yilmaz (Ebû Fuday), ku Înterpol bi bultena sor lê digere ev piştrast kiriye. Aydin got, ''Abdulmuîn 5-6 mehan li girtîgehê maye û hatiye berdan. Zilamek di teqînekê de, bêyî ku haya wî jê hebe ji bo ku poşêtek hilgirtiye 9 salan didinê. Lê Abdulmuîn li gel ku berpirsê dosyaya Tirkiyê ye jî di 6 mehan de derdikeve. Jixwe piştre  DAÎŞ zû hilweşiya û nema hat. Li Tirkiyê li kuçeyan ji xwe re digeriya.''

Ilyas Aydin 6'ê Tîrmeha 2019'an di nûçeyeke ANF'ê de, ya bi navê, ''Çeteyê DAÎŞ'ê Ilyas Aydin: Êrîşên bombeyî bi kontrola MÎT'ê hatin kirin'' behsê kriibû ku Dayan ji payiza 2014'an heta serê 2016'an li Tirkiyê berpirsê tîma leşkerî ya teqînan bû û piştî ku Dayan şandine Tirkiyê li şûna wî Nusret Yilmaz (Ebû Fuday) hatiye danîn, ku Înterpol lê digere.

WEZARETA DADÊ LI SER DAYAN DOZGERÎ HIŞYAR KIRIBÛ

Dawiya sala 2017'an, 29'ê Mijdarê Wezareta Dadê ya Tirk nîşeyek bi deqa veşartî ji dozgeriyan û dadgehan re hatibû şandin û tê de hatibû gotin, ''Îstîxbarat hene ku yek ji berpirsê paye bilind ê DAEŞ'ê yê Dîlokê yê bi navê kod Gulen Adam, Muhammet Cengîz Dayan û xwedêgiravî berpirsê Amedê Nîhat Turan ê bi navê kod Cevher û Mustafa Engîn ên ku ji girtîgehê hatine berdan, piştî berdanê jî bi rengekî çalak kar û barên rêxistinî dikin.''

Lê dozgeriyê û meqamên rayedar derbarê vê rewşê ti daxuyanî nedabûn. Vegotinên çeteyên DAÎŞ'ê Ilyas Aydin û Ahmet Delîbaş, ên ji hêl QSD'ê ve hatine girtin, vê nîşeya Wezareta Dadê ya Tirk piştrast dikin.

EMNIYETÊ JÎ EW NAS DIKIR

Hem nîşeya bi deqe veşartî ya Wezaretê Dadê, hem lêkolînên çapemeniya muxalîf a Tirkiyê ya ku wê demê kirî û hem jî mirkuhatinên çeteyên DAÎŞ'ê piştrast dikin ku Dayan 2016'n li Dîlokê hatiye girtin û berdan. Adara 2014'an dema kontrola rê li ser  endamên çeteyan Mustafa Delîbaşlar (Cuheman), Ahmet Guneş (Abdulhekîm xoce, Ebû Zeynep), Okkeş Durmaz, bîre flaşek hatibû dîtin, û di vir de di kampa perwerdehiyê ya DAÎŞ'ê ya Lazkiyê, wêneyên Dayan hebûn û Muhammed Cengîz Dayan ji hêla emniyetê ve dihate naskirin.

Yek ji bûyereke dî ku têkiliya di navbeyna Dayan û dewleta Tirk de nîşan dide, li gel ku tê zanîn ku Dayan yek ji rêveberê Koma Dîlokê ye û berpirsê teqînan jî, di yek îdîanameyên Pirsûs, Gara Enqerê, Amed, Dîlok, Mêrsînê de navê wî derbas nabe.

JI ÎDÎANAMEEYA KOMKUJIYA GARÊ YA ENQERÊ HATE DERXISTIN

Her wiha têkilî komkujiya Garê ya Enqerê jî dozger Ramazan Dînç, Dayan û 4 endamên dî yên çeteyên DAÎŞ'ê ji îdîanameyê derxistibû.

LI DOZA DÎLOKÊ HATE DARIZANDIN LÊ..

Muhammed Cengîz Dayan ku 2016'an hatî girtin û piştî çend mehan hatî berdan, 13'ê Hezîrna 2018'an  bi rengê bersûcekî girtî derket doza DAÎŞ'ê ya li Dîlokê. Di dozê de ya ku ji çapemeniyê re gritîbû, Dozgerê Komarê yê Dîlokê, 13'ê Hezîrana 2018'an  Muhammed Cengîz Dayan û Nurettîn Gul, ji ber ku dema ji otomobîlê reviyane li polîsan reşandin û dema ku hatine girtin jî li ser wan 2 demance û 532 gule hatine zevkirin, xwest ku werin girtin.

Ajansa Anadoluyê bi nûçeyê da, ku Dayan û Gul 10 sal û 37 roj ceza li wan hatiye birîn, bi sûcên ''endamtiya rêxistina terorê ya çekdar'', ''muxalefeta li dijî qanûna çekan''.

Lê li ser girtina pêşî ya Dayan, li ser berdana wî ya piştî vê girtinê, li ser, bê ka çawa û li kûderê hatiye girtin û derxistine doza Dîlokê ya 13'ê Hezîrana 2018'an, di çapemeniya Tirk de tiştek nehatiye gotin. Rayedaran ti daxuyanî nedaye.

AGAHIYÊ NEADIN PARÊZERAN

Li gel ku dadgehê li ser Dayan biryar daye jî parêzer dema ku li dosyaya Dayan dipirsin, bi hinceta ku ''li ser dosyayê biryara veşartinê heye'' ti agahî nayê dayin.