Beriya 4 salan cenaze di bin peyarêyê de hatibûn veşartin

Beriya bi çar salan cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin li peyareya Kilyosê hatibûn veşartin. Malbatan diyar kirin heta ku ew cenazeyên xwe bistînin, wê têbikoşin.

Li gundê Oleka Jor a bi ser navenda Bedlîsê ve di 19’ê kanûna 2017’an de 310 cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Stenbolê li Goristana Kilyosê di bin payarêyê de veşartin. Di ser re 4 sal derbas bûn. Malbatan û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malatên Xizmên Xwe Winda Kirine (ANYAKAY-DER) derbarê mijarê de li avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu, aktîvîstên TJA’yê û malbat beşdar bûn û wêneyên peyarêya cenaze lê hatine veşartin nîşan dan. 
 
Malbat di daxuyaniyê de axivîn û destnîşan kirin ku heta ew cenazeyên zarokên xwe werbigirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglu jî destnîşan kir ku êrişên li hember gor, goristan û cenazeyan polîtîkayek taybet a îqtidarê ye û heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê êşên wiha berdewam bikin. Gergerlîoglu anî ziman ku mafê şînê û veşartina cenaze jî ji bo malbatan nayê naskirin û xwest dev ji vê polîtîkaya li hember şîn û cenaze û goristanan were berdanê.