Hevserokê KODAR'ê: Ji bo azadiya Rêber Apo em hêza xwe bikin yek

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku di vê demê de sekn ji bo wan heram e û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo em hêza xwe bikin yek."

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan ji ber salvegera 23'an komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, sekna gel, bi taybetî jî ya jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ya wê demê, erk û berpirsiyartiyên wan yên niha ji ANF’ê re nirxand.

LI SERANSERÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ XWEDÎDERKETINA LI ABDULLAH OCALAN

Fûad Bêrîtan bi bîr xist ku beriya niha bi 23 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, radestî dewleta Tirk hate kirin û got, "Di rojeke wiha de ciwan û gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo xwedî derketina li Rêber Apo daketin qadan û bi yek dengî li gel beşên din ên Kurdistanê bi dirûşmên 'Kes nikare Rêber Apo dîl bigire' û 'Kesek nikare roja me tarî bike' bi dehan ciwanên Kurd canê xwe feda kir û xwedî li Rêber Apo derketin. Her wiha li seranserê qadên xebatê, li bajaran û welatên derve veguherandin qadên têkoşîn û xebatê. Bi serhildanan li ber rejîmên dagirker rabûn, ew rejîmên ku destên wan di dîlgirtina Rêber Apo de hebû. Lewre li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji Mako bigire heya bi herêma Mûkriyan û ji wê derê bigre heya bi Sine, Kirmaşan û Îlamê bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê û bajaran em şahidê xwepêşandan û xwedîderkerketina li Rêber Apo bûn."

Fûad Bêrîtan diyar kir ku beriya salên 1990'î li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevgera Kurdî hatibû tasfiyekirin û wiha dewam kir, "Bi taybetî ew tevgerên ku pêşengî ji gelê Kurd re dikirin bi şêwazê komployê ji holê rabûn, hatin qetilkirin û bi wî rengî têkoşîna gelê me li Rojhilatê Kurdistanê hate bêdengkirin. Ji ber wê demek dirêj têkoşîna gel bê deng bû û desthilat û rejîma dagirker a Îranê wer li civakê kiribû ku bi ti awayî serî hilnede, bi ti şêwazî têkoşîna xwe geş neke û wê wek çarenûsekê ji xwe re bibîne, ango ‘eger tu serî hildî û têbikoşî, eger tu daxwaza mafê xwe û gelê xwe bikî ez ê te serkut bikim, tune û bê deng bikim', ji ber wê jî kê wiha têkoşîn bike wê çarenûsa wî/ê kuştin, îdam û girtin be'.

'BI RÊBER APO RE KURD BÛN XWEDÎ NASNAMEYEKE AZAD'

Di demekî wiha de ku her kesî digot kes nikare li hemberî rejîmê serî hilde, em bûn şahid ku ciwan û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê dema destgîrkirina Rêber Apo bi dehan û sedan ciwan bi yek dirûşmeyê xwedî li Rêber Apo derketin û nerazîbûna xwe ya li dijî wê komployê nîşan dan. Sedema sereke ya ku ciwan û gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û her wiha li bajarên din ên Îranê xwedî li Rêber Apo derketin ew bû ku bîrkirina neteweyî û hizr û ramanên Rêber Apo û nêrîn û nirxandinên Rêber Apo ya ji bo civak û gel, rêbazê çareseriyê ji bo gel û her wiha ev îradebûyîna ku Rêber Apo ya ji bo gel pêş dixist ku gel wê çawa bikare bi îrade be, civak xwedî biryar be û çawa dikare serî netewîne û ji bo bidest xistina mafê xwe yê rewa timî di nava xebat û têkoşînê de be bû."

Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel têkoşîna ji bo mafên neteweyî her wiha bawerî da kesayetiya hilweşiyayî û têkçûyî û got, "Ji ber wê em bûn şahid ku her kes ber bi fikrên Rêber Apo ve çûn, xwedî lê derket û bi vî rengî bû xwedî nasnameyeke ku îro em wê weke nasnameya Kurdê azad pênase dikin."

Fûad Bêrîdan wiha dewam kir:

"Ji bo wê jî ciwanan li Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ku fikrekî teng li ser wan dihat ferzkirin, fikrekî ku digot tênekoşe û tenê bijî hebû, bi taybetî ji zexta bikaranîna madeyên hişber, bûyîna Besîc û zexta bêkariyê bandor bibûn, wate di bin bandora zextekî wiha de hebûna xwe diparast, lê felsefeya Rêber Apo bû hêviyek û çavikekî nû ku çawa dikare careke din rabe ser piyan. Ji ber wê em li Rojhilatê Kurdistanê şahid bûn ku li hemû bajaran bi hezaran kes xwedî li wî fikrî derket û her kesî ji bo ku wê çawa careke din bikaribe kesayetiyeke azad û têkoşer û wê çawa bikaribe careke din bibe xwedî nêrandin û paradîgmayeke nû ji bo jiyan û têkoşînê. Her wiha Rêber Apo bi wê têkoşîna ku bi salan weke mektebekê birêve bir, karî fikir û kesayetên azad biafirîne û karî tovê kesayetiya azad biçîne.

'RÊBER APO BÛYE FIKREKÎ CÎHANÎ Û LI HER DERÊ BELAV BÛYE'

Li hemberî wê hişmendiya ku êdî koka Kurdê azad hatiye birîn û careke din Kurdê azad nikare serî hilde; em şahid bûn ku kom bi kom jin û ciwan tevlê refên Apoyî, refên gerîla bûn. Îro jî ku em dikevin sala 24’emîn a komploya li dijî Rêber Apo, em dibînin ku bi sedan ciwanên Kurd ji bo bidest xistina azadî û jiyana azad û ji bo ku bikaribin fikr û ramanên Rêber Apo nas bikin, bidin nasîn û ji bo wê bijîn canê xwe feda kirin û bûn xelekek ji bo demokratîzekirina Rojhilata Navîn. Bûn xelekek ku bikaribin careke din mirovatiyê zindî bikin û bînin ser cih, pêgeh û şopa wê bi xwe.

Ji bo wê jî îro em destketiyên wê têkoşînê ya bi pêşengiya ciwanan di çi de dibînin; di wir de dibînin ku fikrê Rêber Apo ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, ne tenê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê li her çar aliyên cîhaê îro ev fikir belav bûye. Ne tenê di nava Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de di nava neteweyên din ên Îranê de jî roja îro li ser vê felsefe û ramanê nîqaş tên kirin, lêkolîn tên kirin û wê çawa bikaribin vê hizrê nas bikin û jiyanî bikin û heta çawa wê bikarin weke çavikeke yê rizgariyê sûdê ji vê ramanê bigirin û ji bo avakirina sîstem û jiyaneke azad bikaribin sûdê jê bigirin. Her kes roja îro li ser nîqaş dike û xwedî lê derdikeve.

Bi taybetî îro em dibînin ku destketiyên vê têkoşîn û fikra ku di kesayetiya Rêber Apo de şênber bûye û cîhanî dibe, çawa kesayetiya Kurdê azad ku mîmarê wî fikrî Rêber Apo ye dikare bibe hêviyek ji bo hemû gelên cîhanê. Îro hemû gelên cîhanê ji Emerîka bigire heta bi Rojhilata Navîn û neteweyên din ên dewerên cîhanê Rêber Apo ne tenê wek Rêberê gelê Kurd belku wek rêbereke mirovahî û gelan pênase dikin û xwedî li Rêber Apo derdikevin. Roja îro eger em dibînin ku rewşenbîr, hunermend, fîlozof, zanyar û bawermend, her kes ji her fikir, neteweyek û ziman û zaravekê xwedî li Rêber Apo derdikeve, nîşan dide ku îro ne tenê nekarîne vê fikrê teng bikin û Rêber Apo bê deng bikin, belku Rêber Apo hemû sînor û dîwar derbas kir û ev fikr û raman bû fikrekî cîhanî û her alî.

'MÎNA SEKNA SALA 1999'AN DIVÊ EM NIHA JÎ XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN'

Wek jin û ciwanên Kurd ên Rojhilat û hemû beşên Kurdistanê, erk û berpirsiyartiyek dikeve ser milê her yek ji me, wate piraniya berpirsiyartiyê dikeve ser milê jin û ciwanan ku çawa sala 1999’an xwedî li Rêber Apo derketin û bi têkoşîna xwe bûne mertalek li beramberê dagirkerî û guleyê dijminê dagirker û nîşan dan ku ji gule û çeka dijminê dagirker natirsin ku ev fikra azad e wana ji her cûre zext û êrişan diparêze. Çawa ku wê demê xwedî li Rêber Apo derketin, pêwîste îro jî ango sala 2022’an di 23. salvegera komploya li ser Rêber Apo careke din bi heman ruh û astê xwedî li Rêber Apo derbikevin û erkên dikeve ser milê wan pêk bînin.

Erkê ciwanan ev e ku fikrê Rêber Apo li her derê belav bikin, fikir û felsefeya Rêber Apo bi her kesê bidin nasîn. Berpirsiyartiya wan heye bê ka çawa dikarin xwedî li Rêber Apo derbikevin li ser vê esasê çi ji destê wan tê pêk bînin. Ji qada medyayên dîjîtal bigire heya bi qadên xebat û serhildanê li her qada jiyanê bikaribin behsa vê fikr û felsefeyê bikin û bi wan kesên ku vê fikrê nas nakin bidin nasandin. Ev yek berpirsiyartiyeke mirovî û exlaqî ye ku divê pêk bînîn û roja îro erkê herî zêde jî dikeve ser milê jin û ciwanan."

'JI BO AZADIYA RÊBER APO EM HÊZA XWE BIKIN YEK'

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan herî dawî ev bang kir:

"Ji ber wê jî di dawiyê de careke din bangewazî dikim ku pêwîste ciwan di pêvajoyeke wiha metirsîdar de ku tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dibe, di qonaxeke wiha de ku dubare dijmin û hevkarên wan hewl didin planên xwe ser bixînin û gelê Kurd bê pêşeng û xwedî bihêlin û ji nasnameya wê ya azadiyê dûr bixînin, xwedî li Rêber Apo derbikevin û hemû bi yekdengî 'Na ji bo zindan', 'Na ji bo sêdare' û bi xwedî derketina li Rêber Apo li ser bingehê civakek azad bi Rêberekî azad pêkan e xwedî li Rêber Apo derkevin û têkoşîna xwe heta bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin û nesekinin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de sekinandin ji bo me heram e û bi dirûşmeya 'Em ê careke din komploya navneteweyî şermezar û lanet dikin” bang û daxwaza xwe tevlê deng û daxwaza bi milyonan mirov dikin ku îro li seranserê cîhanê, li qadên xebatê xwedî li Rêber Apo derdikevin, mil bi milê wan em hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo bikin yek."