Bêrîtan: Heval Rêzan mînaka têkoşîn û şoreşgerî ya rasteqîn a Apoyî bû

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan di gotara nivîsandî de şehîd Rêzan Cavîd bibîr tîne û vê bangê li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dike; “Nabe çeka Heval Rêzan li erdê bihêlin. Divê bi sedan Rêzanên din tevlî nava refên gerîla bibin.”

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan têkildarî şehadate Hevserokê Berê yê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Rêzan Cavîd gotarek nivîsand.

Gotara Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan wihe ye:

“Ji berî her tiştî di kesayetîya “Dayik Fatim” de sersaxiyê ji malbata serbilind a şehîd Rêzan Cewîd re dixwazim. Her wiha sersaxiyê ji gelê berxwedêr û welatparêz ê Mehabadê û gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re dixwazim.

Eşkere ye ku azadî bi hêsanî pêk nayê, gelê me bi salan e ji bo vê yekîtiyê têdikoşe û ji bo vê yekê rola xwe ya herî fedakar û herî baş pêşkêş kiriye.

Fêmkirina şehadet, şehîd û her wiha pêkanîna berpirsyariyeke ku dikeve ser milê me, erkekî girîng û hestiyar e. Yek ji erkên herî girîng û bingehîn ên şoreşger û welatparêz ew e ku li gorî armanc û daxwazên şehîdan bijî û riya jiyan û têkoşîna wan bikîn bername û felsefeya jiyan û têkoşînê. Bîranîna şehîdan ji bo me çavkaniya wêrekî û baweriyê ye û divê em vê mijarê ji bo bidestxistina her cure serkeftinê û pêkanîna daxwaz û armancên wan bikin bingeh.

Îro tolhildana rast a hemû şehîdan destpêkirin û pêşxistina qonaxeke nû ya têkoşînê ye. Bi rastî di dema ku em di kesayetiya Heval Rêzan Cavîd de li van hemû şehîdên gelê me ku ji bo azadiyê xwe feda kirine dinêrin, em dikarin bi cesaretê bibêjin ku şehîdên tevgera Apoyî şehîdên herî bedew ên mirovahiyê ne ku canê xwe ji bo jiyana azad feda kirine. Lewma divê her ferdekî Kurd beşdarî vê têkoşîna pîroz bibe. Erkekî dîrokî hilgire ser milê xwe û bi hemû şiyana xwe ji bo pêkhatin û serkeftina wê têbikoşe.

Îro me careke din dît ku ji bilî gel ti kesê me nîne û gel jî ji me pê ve tu kes nîne. Ji ber vê yekê em dubare dikin ku ji bilî bilindkirina asta têkoşînê û serketinê ti rêyeke din a me nîne.

Tenê bi derbaskirina kêmasî û qelsiyên xwe em dikarin bibin layiqî rêhevaltî û têkoşîna şehîdan. Yên ku nirxê şehîdan fêhm nakin û li hemberî wan berpirsyariyê xwe pêk nayînin, ti wateya têkoşîn û jiyana wan nîne.

Ji ber vê yekê ji bo bîranîn û rêya Heval Rêzan Cavîd mayînde bikin, divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin lûtke, serkeftinê û bi vî awayî şehîd nemir bikin.

Ev yek ji taybetmendiyên herî girîng ên tevgera Apoyî ye ku ji bo bîranîna şehîdan di bilindkirina têkoşînê û berdewamkirina rêya şehîdan de israr dike.

Divê me cesaret, hêz û sebr hebe ku ji bo şehîdan bijîn û di rêya wan de xebat û têkoşîn bikin û bi ser bikevin. Sedema sereke ya berdewamkirina têkoşîn û xebatê şehîd bi xwe ne.

Têkçûn û bêhurmetiya herî mezin a li hember rêya şehîdan, xemsarî û lawaziya me ye di pêkanîna erk û berpirsyariya ku di derbarê şehîdan û rêya wan de dikeve ser milê me ye.

Heval Rêzan mînaka têkoşîn û şoreşgerî ya rasteqîn a Apoyî bû. Karî di hemû jiyan û têkoşîna xwe de nirx û destkeftiyên şoreşê bi wate û baş biparêzê û pêşengiya mezinkirin û pêşxistina wan bike.

Heval Rêzan di avakirina Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) de roleke sereke û diyar hebû. Şehîd Rêzan bi xistina taybetmendiyên Apoyî di kesayeta xwe de berdewam di nava hewldana xebat û tekoşînê de bû.

Heval Rêzan di jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî helwestek bilind, guncav û mezin bû. Di têkilî û danûstandinên xwe yên bi hevrêyên xwe û gel re nerm û dilnizm bû. Saetekê jî dest ji têkoşînê berneda. Xwedî zanebûn û hêza pratîkkirina rêbaza Rêber Apo bû, şoreşgerekî têgihîştî û pêşketî bû, di qada gotar û pratîkê de serketî û serbilind bû. Kesayetiyek azad, neteweyî, bêqisûr û rast bû ku bi rastî xemxwarê gel û xaka xwe bû. Ji hêza gel bawer bû û ji bo birêxistinkirina gel her tim têkoşiya.

Rêzan Cavîdan tişta ku pêwîst bûn bikin kir. Ji ber vê yekê tişta ku divê gel, dost û rêhevalên wan bikin û rêya teqez a rizgariya tam a gurkirina agirê têkoşîn û berxwedanê heta serketinê ya di hemû qadan de ye.

Divê her kes di vê qonaxê de erka xwe pêk bîne û çi ji destê bê bike.

Bersiva rast a ji bo şehadeta Heval Rêzan Cavîd û hemû şehîdan, beşdarbûn û geşkirina têkoşîna azadiyê ye. Banga me ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet ciwanên Mehabadê ew e ku nabe çeka Heval Rêzan li erdê bihêlin. Divê bi sedan Rêzanên din tevlî nava refên gerîla bibin.

Di dawiyê de em careke din soz didin malbata şehîd Rêzan û hemû şehîdên rêya azadiyê, gelê xwe yê welatparêz û azadîxwaz ku em layiqî rêya şehîdan bin. Bi têkoşînê bîranîna şehîdan her tim zindî bihêlin.