Berfê bandoreke giran li Kurdistanê kir

Li Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfê rêyên gelek herêman hatin girtin.

Berf, baran û zîpika ku li Bakurê Kurdistanê şidandine, bandoreke giran li jiyanê dikin. Gelek navçeyên Amedê ji ber berfê spî bûn û li hin gundan bi qasî metreyekê berfê erd girt. Di serî de rêya navbera Pasûr û Mûşê, rêya bi sedan gund û gundikan hatin girtin.

Li ser rêya navbera Amed-Wêranşarê ambûlansek, 4 qemyon û wesayitek asê man.

LI SÊRTÊ KÊM MABÛ KU MALBATEK BIQERISE

Li navçeyên Xizxêr, Dihê, Berwarî, Tilo û Hawêl ên Sêrtê, rêyên 75 gundan hatin girtin.

Li Girê Karker ê navçeya Xizxêrê ya navçeya Sêrtê, malbateke ji 5 kesan di hundirê wesayitê de asê mabûn û hindik mabû biqerise. Malbat hate rizgarkirin.

TEXMÎNA LI SER REWŞA HEWAYÊ

Tê gotin, rewşa hewayê wê îro li Kurdistanê bi ewr be û car carna berf û baranê bibare. Tê texmînkirin li Rihayê wê baran, li Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê jî wê berf û baran bi hev re bibarin.