Berê şervanên Ebû Leyla li Reqayê ye

Gelek şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Şems el Şemal, ji bo tevlî Pêngava Xezeba Firatê bibin, berê xwe dan herêma şer.

Şervanên Minbicê, piştî ku axa xwe rizgar kirin û jiyan ji nû ve zindî kirin, vê carê berê xwe dan Reqayê. Şervanan bi konvoyeke ji dehan wesayîtan, bi kêf û coş bi rê ketin. Şervanên ku bi stran û qîrîna dirûşman berê xwe dan qada şer, nîşaneya serketinê kirin.

Armanca vê rêwîtiyê, rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ye. 2.200 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Şems el Şemal ji bo tevlî pêngavê bibin, bi rê ketin.

Fermandarê hêzên Şems el Şemal got, "Weke şervanên bajarê Minbicê, em ê tevlî pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bibin. Amadekariyên me yên di vî warî de qediyan e. Bi destûra Xwedê em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û gelê xwe azad bikin."

Wêneyê Ebû Leyla yê li ser milê hin ji şervanan bal kişand. Fermandarê Tabûra Şems el Şemal û ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebû Leyla, roja 3'ê Hezîranê ji ber ku topeke hawanê li nêzî wî ket, jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê, operasyona Minbicê ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de hatibû destpêkirin, bi navê 'Ebû Leyla' hate dwamkirin. Bajarê Minbicê piştî şerê 73 rojan di 12'ê Tebaxa 2016'an de bi temamî hatibû rizgarkirin.

Şervanên ji Minbicê bi rê ketin, kengî xwe gihandin bendava Tebqayê dest bi şer kirin. Bajarê Tebqayê û Bendava Firatê, piştî şerê 50 rojî ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn paqijkirin.

Ji eniya ku beşek ji şervanên Minbicê lê ne, hin herêm hatin bombekirin. Di dîmenên ji aliyê Manbij FM ve hatine weşandin de tê dîtin, ku şervanên bêtêl di destê wan de ne, operasyonê koordîne dikin. Li cihê hate bombekirin dûyekî mezin bilind dibe.

Di dîmenekî din de jî li hin gundên hatine rizgarkirin, karê lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan tê kirin. Û bênavber dengê çekan tê.

Şervanên Minbicê cihê xwe di nava operasyona rizgarkirina Reqayê de girtin, ku vê yekê weke operasyona fînalê bi nav dikin. Pêngava Xezeba Firatê di Mijdara 2016'an de dest pê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di serî de Tebqa gelek cihên stratejîk ên herêma Reqayê kontrol kirin, ji gelek aliyan ve dor li Reqayê girtine. Di navbera navenda bajarê Reqayê û şervanan de li hin cihan 2-3 kîlometre mane. Şervan, bi qasî ku bi çavan bibînin, xwe nêzî navenda bajarê Reqayê kirine.