Berdevka TAJÊ: Weke civaka Êzidî em deyndarê Rêbertî ne

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî ragihand ku weke civaka Êzidî ew deyndarê Rêberê Gelê Kurd Ocalan in û got, "Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û azadiya fîzîkî misoger bikin."

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Sebîha Sebrî bi bîr xist ku xelkê Şengalê Ocalan ji nêz ve nedîtiye, lê belê sala 2014'an piştî fermanê ew nas kirine. Sebîha Sebrî diyar kir ku dema çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir gelek hêzên çekdar li Şengalê hebûn û got, "Nêzî 2 hezar pêşmerge hebûn, her wiha hêzên leşkerî yên Iraqê hebûn. Ti ji wan em ji DAÎŞ'ê neparastin. Lê belê xaka ku jê re digotin 'namûsa me ye' terikandin û civaka Êzidî di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin. Weke civaka Êzidî em ê wan rojan ti carî ji bîr nekin. Bi hezaran jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrişên DAÎŞ'ê, gerîlayên azadiyê hatin Şengalê ku ev yek ji bo me bû hêviyeke mezin. Ji ber ku heta wê kêliyê hêviya me nemabû. Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir di serî de hêzên herêmî gelek dewletan ev êriş ji nedîtî ve hatin. Herî zêde dewleta Tirk piştgirî da çeteyên DAÎŞ'ê. Armanca wan tunekirina civaka Êzidî bû. Gerîlayên azadiyê tevî ku hejmara wan kêm jî bû li Şengalê bi rengekî mezin li ber xwe dan û bûn hêvî. Ji bo civaka Êzidî canê xwe feda kirin. Gerîlayên ku bi felsefeya Rêber Apo tevdigerin wê demê ji bo me gelekî fedakarî kirin ku em ê ti carî ji bîr nekin."

'CIVAKA ÊZIDÎ BI FELSEFEYA RÊBER APO RABÛ SER PIYAN'

Sebîha Sebrî bi bîr xist ku piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê, xelkê Şengalê dest bi rêxistiniya xwe kir, saziyên xwe ava kir û got, "Me jî wê demê fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir. Felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelan hemûyan azadî ye. Me Rêber Apo bi rengekî fîzîkî nedît, lê belê dilsoziya jinên Êzidî ya pê re gelekî mezin e. Jinên ku li Şengalê nekarîn ji nava çar dîwaran derkevin, tenê karên malê dikirin, piştî fermanê li cewhera axwe vegeriyan. Bi felsefeya Rêber Apo rabûn ser piyan û xwe nas kirin. Weke jin hebûna me ji bo çi ye, em çima dijîn? Em ketin nava lêgerîna vê yekê.

Rêber Apo dibêje, 'eger tu yê civakekê azad bike beriya her tiştî divê jin azad be, jin azad be wê civak jî azad be'. Em vê rastiyê li Şengalê jî dibînin. Yên ku herî zêde ji fermanê kişandin jin bûn; hatin qetilkirin, destdirêjî lê hate kirin, li bazaran hatin firotin, zarokên wan li ber sînga wan ji nêzan û tîna mirin. Ji ber vê yekê me felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir esas û dest bi berxwedanê kir, jiyaneke nû ava kir. Nêzî 2-3 sal in jinên Êzidî rahiştine çekê, xaka xwe û xwe diparêzin. Jin ên ciwan ên Êzidî yên li bazaran ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin firotin rahiştin çekê û li dijî DAÎŞ'ê şer kirin.

Bêguman ev yek ji bo me jinên Êzidî serketineke mezin e. Bi saya keda Rêber Apo û şervanên wî jinên Êzidî ji nû ve ji dayik bûn. Weke civaka Êzidî em deyndarê Rêber Apo û gerîlayên azadiyê ne ku di dema fermanê de bi hawara me ve hatin. PKK'ê ne tenê civaka Êzidî ji DAÎŞ'ê rizgar kir, di heman demê de şerefa dewleta Iraqê jî parast. Gerîlayên azadiyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, mirovahî parastin."

'HER KU FIKRÊN RÊBER APO BELAV DIBIN, ÊRIŞÊN LI SER PKK'Ê ZÊDE DIBIN'

Sebîha Sebrî bal kişand ser êrişên dewleta Iraqê yên demên dawî yên li dijî çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin û got, "Li Şengalê dema ku em ji bo Rêber Apo çalakiyekê li dar dixin, wêneyên wî vedikin, dewleta Iraqê êdî pirsgirêkan derdixîne. Bêguman li dijî civaka Êzidî şerekî siyasî tê meşandin. Şervanên Rêber Apo dema ku hatin Şengalê ti hêzeke din tune bû. Tenê gerîla li dijî DAÎŞ'ê şer kir û şerefa Iraqê parast. Divê Iraq bi vê zanibe û ji bîr neke. Lewma divê dewleta Iraqê li hemberî êrişên li ser PKK'ê bêdeng nemîne û nerazîbûnê nîşan bide.

Her ku fikrên Rêber Apo belav dibin êrişên li ser PKK'ê jî zêde dibin. PKK zarokên vî gelî ne. Divê her kes destê xwe dayne ser wijdanê xwe û xwedî li PKK û Rêber Apo derkeve. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li mirovahiyê ye. Rêber Apo îro ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelan hemûyan li ber xwe dide. Dîlgirtina bi salan a Rêber Apo li Îmraliyê tiştekî ji rêzê nîne. Divê kes vê rewşê qebûl neke.

Weke civaka Êzidî divê em sala 2014'an ti carî ji bîr nekin û xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin. Dema ku Rêber Apo azad bû wê şerên li Rojhilata Navîn jî biqedin. Lewma divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bibin."