Berdevka Ragihandina YPJ'ê: Ragihandin dikare şoreşan ava bike

Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Ji Dêrikê heta Dêrazor ji Reqa, Minbic û Kobanê heta Şehba û Helebê bi dehan rojnemevanên jin bi armanca lidarxistina konferansa sêyemîn li hev civiyan.

Konferansa Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 3’emîn di 28’ê Hezîranê de hate li darxistin. Yek ji xalên ku di konferansê de bû rojev û weke mîrateya roja îro tê bi navkirin, çalakvanî û lehengiya nûçegihanên Navenda Ragihandina YPJ'ê bû. Ji Agirî, heta Îlon, Arîn, Şîlan, Rohenda û Dilovanan hema hema di her pêngav û şerê giran yê dagirkeriyê de endamên ragihandina YPJ'ê ji bo teyîsandina heqîqetê de ked û berdelên giranbiha dan. Konferansa Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 3’emîn endamên ragihandina YPJ’ê bi awayekî çalak tevlê bûn.

Berdevka Ragihandina YPJ'ê Sozê Qamişlo rastiya vê mîrateya giranbiha ji ajansa me re nirxand. Sozê Qamişlo bal kişande ser girîngiya nûçegihaniya jinê di teyîsandina heqîqetê de û kombûna ewqas rojnemevanên jin weke asta pêşketina jinê nirxand.

‘JI BER KU JIN XWEDÎ HÊZ E DIBE HEDEF’

Sozê got;"Em Konferansa Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 3’emîn li hemû şehîdên ragihandinê, li Rêber Apo û li hemû gelên azadîxwaz ên ku vê xebatê dişopînin pîroz dikin. Îro em endamên ragihandina YPJ'ê di konferasa sêyemîn a ragihandina jina azad de cihê xwe digrin. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Kombûna ewqas jin li gel hev careke din nîşan da ka em îro gihane asteke çawa. Gihandina vê astê bi hêsanî çênebû. Di oxira vê tekoşînê de me gelek berdelên giranbiha da. Ji ber vê îro erk û berpirsyariya me girantir bûye. Ragihandin rastî ye, ragihandin heqîqet e, ragihandin rêbertî ye. Ragihandin dikare şoreşan ava bike. Weke nûçegihanên jin ên ku her kêlî, her saet û her roj lehengî, berxwedanî, destkeftî û êşên gelê xwe radigihîne, îro barê me girantir bûye. Ger îro herî zêde jin dibe hedef, ev nîşaneya bi hêzbûna me jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em jî weke ragihandina YPJ'ê ji bo ku heqîqeta jina têkoşînvan a wêrekbûyî nîşan bidin, ji bo ku em van êrîşên ku jinê dixin hedef bi objektîf û pênûsa xwe vala derxînin, ger pêwîst bike em ê di vê oxirê de canê xwe jî bidin. Weke şopdarên rêheval Dilovan ya ku li Girê Sipî destaneke nû ya lehengiyê nivîsand, em li vir careke din soza xwe nû dikin ku em ê vê xebatê bi cewher û heqîqeta wê ve, bi rengek herî resen û xweşik ji tevahî cîhanê re ragihînin."

'RAGIHANDIN TEYÎSANDINA CEWHERÊ ŞOREŞÊ YE'

Yek ji endamên Navenda Ragihandina YPJ'ê Aras Masûm jî erk û berpirsyariyên Konferansa Ragihandina Jinê ya 3’emîn ji me re nirxand. Aras Masûm ya ku di berxwedana serdemê de, di kêliyên ku rastiya dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker dişopand de birîndar bûbû, bal kişande ser berdelên ku heya roja îro di qada ragihandinê de hatine dayîn û wiha got;

"Ez cara yekê cihê xwe di konferanseke wisa de digrim. Coş û kelecana vê tevlêbûnê ji bo min pir cuda ye. Îro ez li ser navê şehîd Rohenda û Dilovan tevlê vê konferansê dibim. Ji ber wê di serî de vê konferansê li wan û li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikim. Em bawer in ku perspektîfên di vê konferansê de derketine wê ji bo me bibe bingeha kar û xebateke xurt. Ji ber bi rastî jî ger ragihandin bi erk û berpirsyariyên xwe dikare cewher û heqîqeta vê şoreşê baş ragihînin. Di pergalên kapîtalîst ên desthilatdar de ragihandin dûrî civakê dimîne û tenê rastiya wê pergala desthilatdar dinixumîne. Lê di ragihandina azad de dengê civakê, dengê jinê esas e. Ji ber wê bingeha jiyanê ne. Ragihandina azad bal dikşîne ser rolê diyarker yê jinê di avakirina jiyaneke azad û bi ewle de. Mînak niha di şoreşa Rojava de jin vê şoreşê bi rê ve dibe. Ev şoreş li tevahî cîhanê bi navê jinê tê nasîn. Teyîsandina vê heqîqetê bi riya ragihandina azad hate kirin. Ji ber wê îro erka ji me tê xwestin ew e ku em bi riya ragihandinê pergala netewa demokratîk a ku bi pêşengiya jinê tê avakirin û îro em di oxira avakirina vê pergalê de xwîn dirjînin, berdel didin em dikarin vê pergala xwe ya alternatîf bi tevahî cîhanê bidin nasîn. Ji bo ragihandina vê heqîqetê jî em ê heya dawî şopdarên şehîdên xwe bin. Em ê şopdarênAgirî, Dilîşan, Rohenda û Dilovanan bin."