Berdevka HDP’ê Gunay: Lêgerîna me ya rêya sêyemîn didome

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir civak ne mecbûr û mehkûmî aliyên siyasî yên pergalê ne û got “Lêgerîna me ya ji bo rêya sêyemîn didome.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Gunay bi bîranîna Hrant Dînk dest bi axaftina xwe kir û got “Tovên têkoşîna azadî û biratiyê ya ku wî ji me re hişt, îro li her derê şîn dibe.”

Gunay qala rakirina destnedayîna parlementera HDP’ê Semra Guzel kir û got “Wê komîsyon îro fezlekeya li ser parlementera me Semra Guzel nîqaş bike. Em ê parlementera xwe bi tenê nehêlin. Hê dîmenên ku parlementerên DEP’ê ji meclîsê hatibûn derxistin di bîra me de ye. Desteserkirina îradeya gelê Kurd hê jî didome. Berê bi qeyyûman ev tişt kirin,hevşaredarên me ji kar avêtin, piştre destnedayîna parlementerên me rakirin. Di serdema 27’an de destnedayîna parlementerên me Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Omer Farûk Gergerlîoglû rakirin û derbeyên siyasî kirin. Niha jî dixwazin heman darbeyê ji ser Semra Guzel bikin. Ev wêneyê Semra Guzel di dema pêvajoya çareseriyê de hatine girtin û piştî 6 salan derdixin holê û dixwazin van wêneyan bikin malzemeya operasyonên siyasî.”

XEBATÊN RÊYA SÊYEMÎN

Gunay diyar kir ku civaka Tirkiyeyê di nav sînorên pergalê de, ne mecbûr û mehkûmê aliyên siyasî yên du alî ne û got “Lêgerîna me ya ji bo rêya sêyemîn didome. Bi hêviya ku bibe destpêk di 18’ê Çileyê de me bi EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP’ê re civînek çêkir. Ev civîneke destpêkê bû. Ji bo siyaseta Tirkiyeyê civîneke girîng bû. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Hemû bindest, mexdûr, têkoşerên jin, ciwanan diyar kirine ku ew ê li ser avakirina hemwelatiya wekhev û hevkarên wê yên têkoşînê bixebitin. Ev geşedaneke mezin e. Li hemberî krîzên li welat ev dibin zemîn ku mirov li hemberî faşîzmê li qadan û kolanan rêyên têkoşînê nîqaş bikin. Di asta berfireh de wê biryardariya me ya geşkirina têkoşînê bidome.”

HILWEŞANDINA ABORIYÊ

Gunay diyar kir ku di sala 2022’an de her saet tiştek biha dibe û got “Derdê AKP’yiyan ne jiyana gel a li ber sînorên birçîbûn û mirinê ye. Hemû Tirkiye dizane ku derdê AKP’ê ev e ku wê desthilatdariya xwe ya tarî çawa bidomînin. AKP’ê digot em ê bêkariyê daxînin ji sedî 5’an lê a niha bêkarî bûye ji sedî 20. Em HDP careke din soza xwe dubare dikin ku em ê ji gelên Tirkiyeyê re rêyên siyaseta alternatîf vekin û xeta têkoşînê xurt bikin.Armanca me dahatûya gelên me ye da ku em karibin van pirsgirêkan çareser bikin û li Tirkiyeyeke bi aram bi hev re bijîn.”