'Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Rêbertî azad bikin'

Gerîlayên HPG'ê gotin, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin negihîşt armanca xwe û destnîşan kirin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe wê azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin.

Gerîlayên HPG'ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivîn.

Gerîla Bahoz Licê komploya navneteweyî şermezar kir û anî ziman ku hêzên komploger bi salan e ji bo qedandina Tevgera Azadiyê ya Kurd hewl didin, lê bêencam mane.

Gerîlayê HPG'ê Bahoz Lice ragihand ku van hêzan piştre serî li rêbaza komploya navneteweyî dan û got, "Ji ber ku ji fikrê Rêbertî tirsiyan. Rêber Apo li ber koletiyê rabû ku nexweşiyeke kronîk a serdemê ye. Rêberê me bi vî rengî pêwîstiya bi PKK'ê re dît û partî ava kir.

Avabûna PKK'ê ji bo rizgariya mirovahiyê ji rewşa heyî, bersiveke dîrokî ye. PKK ji bo mirovahiyê jiyaneke azad û nû daniye ber xwe. PKK îro bûye hêviya mirovahiyê. Ji ber vê yekê gel jî li qadan xwedî li PKK'ê derdikevin. Weke gerîla em jî rexnedayina xwe ji bo Rêbertî ji xwe re dikin esas. Li ser vê bingehê em ê gerîlatiay Modernîteya Demokratîk biafirînin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têkçûna wê nîşan dide. Dijmin nikare li hemberî gerîla şer bike. Bi rengekî dîrokî têk diçe. Em soza xwe ya serketinê dubare dikin û berdêla wê çi dibe bila bibe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Bi navê gel û gerîlayên Kurd em ê bi berpirsyariya xwe rabin."

'FIKRÊN RÊBERTÎ LI KURDISTANÊ LI HER MALÊ TÊ ZANÎN'

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Goyî destnîşan kir ku hêzên komploger li gel tecrîda giran a 23 salan jî nekarîne îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin û got, "Di ser komploya navneteweyî re 23 sal derbas bûn, lê hêzên komploger negihîştin armanca xwe, nekarîn pêşî li fikrê azad ê Rêber Apo bigirin. Ev hêz, ji bo nehêlin fikrê Rêbertî bigihêje gel tecrîdeke giran ferz dikin. Lê belê fikrên Rêbertî ji dîwarên Îmraliyê derbas kirine û îro li her maleke li Kurdistanê tê zanîn. Fikrên Rêbertî gihîştiye asta cîhanî û hêza kesî wê têrê neke ku pêşî li vê bigire. Niha dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gerîla wê di sala 2022'an de bi vê biryardariyê tevbigerin."

'DIJMIN NIKARE ÎRADEYA ME BIŞIKÎNE'

Gerîlayê HPG'ê yê ji Dêra Zorê Kemal Dêrazor ê ji xelkê Ereb diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelekî lê belê ji bo gelên bindest hemûyan têdikoşe. Kemal Dêrazor anî ziman ku hêzên komploger naxwazin fikrên azad ên Ocalan belav bibin, lewma komplo kirine û got, "15'ê Sibatê ji bo me rojeke reş e. Em hêzên tevlî vê komployê bûne şermezar dikin. Em girtina Rêber Apo ti carî qebûl nakin. Weke gerîlayên Rêber Apo em ê her tim li ber xwe bidin û li dijî dewletên dagirker heta dawiyê şer bikin. Kes nikare îradeya me bişikîne. Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têbikoşin. Hevrêyên me niha li Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî dijmin berxwedaneke bêeman dimeşînin. Dewleta Tirk bi vê teknîkê ti carî nikare îradeya me bişikîne, serketin wê ya me be."