BBC kêfa hezkiriyên DAIŞ'ê anî

Nûçeya BBC a roja Sêşemê ku bi sernavê "Sirên gemarî yên Reqayê" weşand, hem baweriya bi BBC têk bir, hem jî ji gelek aliyan ve rê li ber atmosfereke şaşitî û xapandinê vekir.

Sernavê ku ji bo nûçeya bi îmzeya Qûentîn Sommervîlle û Rîam Dalatî hate bikaranîn jî, ji bo nixumandina têkoşîna dijwar a li Reqayê li dijî artêşa kujeran a global DAIŞ'ê hate dayin e. Ji bo sernavê "Sirên gemarî yên Reqayê" dibe ku mirov bifikire ku ji bo nûçe bê xwendin an jî hê bêhtir bandorê bike hatiye nivîsandin. Lê belê BBC, rastiyeke dihate zanîn bi sernavekî bi vî rengî weşand û li şûna 'objektîf' be, xwest sansasyonel be. Nûçeyên sansasyonel jî bivê nevê nepixandî ne û derew tê de hene.

BBC bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Sirên gemarî" re karnameya xwe ya masûmiyetê ji dest da, rastî tarî kir û bi weşandina nûçeya derewîn destê hezkiriyên DAIŞ'ê xurt kir. Herî zêde hikumeta Tirk a ku ji destpêkê ve destekê dide DAIŞ'ê û çapemeniya wê ku hezkiriyê DAIŞ'ê ye, bi vê nûçeya kevn û dûrî ji rastiyê ya BBC kêfa xwe anîne. Medya Tirk weke ku tişta lê digeriya dîtibe, di cih de ev nûçeya nakok, nepixandî û alîgir a BBC ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar anî.

Tişta ku BBC weke 'sir' weşand, ji xwe mehek berê ji aliyê çavkaniyên YPG'ê ve hatibû eşkerekirin. Ji medya cîhanê re hatibû ragihandin.

GELO TIŞTA KU HER KES PÊ DIZANE, ÇAWA DIBE SIR?

Mesela; rojnameya The Telegraph roja 14'ê Cotmehê yanî mehek beriya nûçeya BBC a weke "sira gemarî" weşand, nûçeyeke berfireh weşandibû û tê de digot, ji bo sivîl zerarê nebîne kêm maye ku ji bo veguhastina hejmareke kêm a çeteyên li Reqayê lihevkirin çêbibe.

Dîmenê ku BBC di nûçeya xwe de bi kar anî, ji xwe ji aliyê Macer Gîfford ê nêzî YPG'ê ye roja 17'ê Cotmehê di hesabê xwe yê twîtterê de weşand.

Lînka vî dîmenê ku 17'ê Cotmehê yanî mehek beriya nûçeya BBC hate weşandin li vir e:

Yanî ne nûçeyeke nû li holê heye, ne jî 'sir'eke ku BBC îdîa dike heye. Ji ber vê yekê, weşandina vê nûçeya kufikî bi rengê "Tîma BBC peymana veşartî ya ji bo veguhastina milîtanên DAIŞ'ê derxist holê" ne tenê derew mezin kir, di heman demê de BBC qels kir.

DÎMEN NE YÊ BBC YE, DÎMEN JI ALIYÊ QSD'Ê VE HATIN WEŞANDIN

Bi kurt û kurmancî rastiya bûyerê wiha ye:

Ji bo rizgarkirina Reqayê her kes zane ku bi pêşengiya QSD'ê têkoşîneke dijwar hate dayin. 653 şervanên QSD'ê di şerê rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bomberdûman û şerê giran beşeke mezin a Reqayê hilweşiya. Şerê Reqayê, BBC jî di nav de ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê yên navneteweyî ve bi rojan hate ragihandin. Di hefteya dawî ya şer de, DAIŞ a ku pişt lê hate şikandin li cihekî teng asê ma. Mirov dikare bêje di destpêka meha Cotmehê de şerê li Reqayê ji xwe qediya bû.

Lê belê DAIŞ a ku li vî cihê teng asê mabû, ji bo xwe biparêze û şer dirêj bike, sivîl ji xwe re dikir mertal. Ji bo hêzên QSD'ê ku 90 ji sedî yê bajêr kontrol kirin, rizgarkirina sivîlan karekî sereke bû. Jİ ber vê yekê, hin hêzên herêmî, eşîr û rûspiyên Reqayî ji bo zerar li sivîlan nebe, ketin nava hewldanan. Ev yek jî li pêş çavên raya giştî hate kirin. Ajansên nûçeyan ên Kurdan ANHA û ANF jî hem ev hewldan, hem jî teslîmbûna DAIŞ'iyan bi berfirehî ragihandin. Wekî din, ajansên li gelemperiya cîhanê weşanê dikin AFP, Reuters, DPA û AP jî roja 14'ê Cotmeha 2017'an nûçe weşandin ku ji bo rizgarkirina sivîlan li hev hatiye kirin.

Li gorî vê lihevkirinê, ji bo zerar li hezaran sivîlan nebe destûr hate dayin ku hin çekdarên DAIŞ'ê -ku hejmara wan berevajî îdîaya BBC 250 nîne, herî zêde 60-70 ye- tevî malbatên xwe ji Reqayê derkevin. Her wiha tevî vê yekê bi qasî 100 kesên cihê xwe di nava DAIŞ'ê de girtibûn, teslîm bûn.

Der barê vê mijarê da daxuyanî, nivîs, nûçe, dîmen û wêne hatin weşandin. Dîmenê ji çend wesayitan ku BBC weşand, ji xwe ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatibû kişandin û berê hatibû weşandin. Servîsa Tirkî ya BBC ji ber vê yekê li binê dîmen wiha nivîsand: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk, milîtanên DAIŞ'ê yên ji Reqayê derketin bi vî rengî kişandin." Ev nivîs bi xwe rastiyê radixe pêş çavan.

Eger mîna îdîaya BBC peymaneke gemarî û veşartî hebûya, wê hêzên QSD'ê çima ev dîmen bikişanda? Bersiveke BBC ji vê pirsê re nîne.

GELO DAXWAZA RIJANDINA HÊ BÊHTIR XWÎNÊ, KARÊ SAZIYEKE ÇAPEMENIYÊ YE?

Ji ber ku li holê tiştekî ku li sernavê nûçeyê tê, tine ye.

Berê jî gelekî hate gotin, hate nivîsandin. Her wiha hezkiriyên DAIŞ'ê; Serokkomarê Tirk û medya wî, hê di destpêka şerê DAIŞ'ê de digotin ji bo DAIŞ'ê korîdor hatiye vekirin. Bi vê propagandayê xwestin hêzên QSD'ê reş bikin. Lê belê balona wan di destê wan de teqiya. Derket holê ku li holê ti peyman nîne. Şerekî gelekî dijwar qewimî.

Di vir de armanca bingehîn rizgarkirina Reqayê bû, ku DAIŞ'ê ji xwe re weke paytext ragihandibû. Lê belê xuya ye BBC ev baş fêhm nekiriye.

Ji xwe psîkolojiya BBC a di sernav de xwe da der, bi vê gotinê jî rastiya xwe raxist pêş çavan: "Rê li ber reva bi sedan milîtanên DAIŞ'ê ji bajêr hate vekirin." Yanî mebest ji vê ew e ku dixwaze bêje; we hemû bikuştina.

Nexêr, li wir bisekinin.

Ligel ewqas nebaşiyên ku DAIŞ'ê kiriye, QSD'ê, YPG, YPJ'ê ti carî nexwestine hîn bêhtir DAIŞ'iyan bikujin. Derdekî wan ê bi vî rengî qet nebûye, ji xwe nabe jî. Xwezî DAIŞ berê ji axa dagir kiribû derketibûya, Reqa jî di nav de. Gelo ji cihê dagir kiribû derketibûya, wê nebaş bûya?

Qet nebe wê BBC ev nûçeya qirêj çênekiribûya.