Bayindir: Polîtîkaya qirkirinê didome

Hevserokê DBP'ê Bayindir got, tecrîd, guhertina di qanûna înfazê de û êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê encama polîtîkayên qirkirina Kurdan e.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, guhertina qanûna înfazê, êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û têkoşîna li dijî pandemiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) ji ANF'ê re axivî.

Bayindir bi bîr xist, ku ji 10-11'ê Adarê dema eşkerekirina nexweşê destpêkê yê şewba vîrûsa koronayê û vir ve bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Kurdistanê wan navenda Koordînasyona Krîzê ava kirine.

ARMANC Û HEWLDANÊN NAVENDA KOORDÎNASYONA KRÎZÊ

Bayindir got, "Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP'ê agahiyên rastî ji civakê re ranagihîne me ev navenda koordînasyonê ava kir. Bi vê yekê re me xwest agahiyên rast bidin gelê xwe, li dijî şewbê tevdîran werbigirin û alîkariya xwarinê û xurekê bidin gelê xwe yên ji ber karantînayê di rewşeke zehmet de ne. Em vî karê xwe didomînin. Kampanya 'Malbata Xwişk û Bira' ya partiya me ya sîwanî HDP'ê jî deng veda. Her wiha li dijî tundiya li nava malê ya di dema karantînayê de şaredariyên me û saziyên me yên jinan kar dikin."

'QANÛNA ÎNFAZA CEZA MEŞRÛIYETA AKP-MHP'Ê HÎN BÊHTIR XISTIYE'

Têkildarî guhertina di qanûna înfazê de hate kirin jî Bayindir got, "Vê qanûa ku kesên ji ber dizî, talan, destavêtin û tundiya li jinê hatine girtin berdide, lê belê girtiyên siyasî bernade, meşrûiyeta polîtîk, exlaqî û siyasî ya AKP-MHP'ê ya li nava me û civakê hîn bêhtir têk biriye.  Têkoşîna ku li dijî vê qanûnê hate meşandin wê ji niha û pê ve jî bidome. Ev yek ji aliyê wijdanê civakê ve nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku bersivê nade bendewariyên civakê, rê li ber pêvajoyeke hîn krîtîk û bi pirsgirêk vekiriye. Ev yek ne bi kêrî civakê tê ne jî bi kêrî desthilatdariya AKP-MHP'ê."

'TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN DI VÊ PÊVAJOYÊ DE FIKARÊN GELAN ZÊDE KIRIYE'

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Berdewamiya tecrîdê di demeke wiha de, bûye sedem ku fikarên me zêde bibin. Em zanin ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bi vê fikarê ne. Em di wê baweriyê de ne ku hêzên çep-sosyalîst û dînamîkên mûxalefetê yên li Tirkiyeyê xwedî heman fikarê ne. Pozîsyona siyasî ya Birêz Ocalan ji bo paşeroja me hemûyan girîng e. Banga me ya herî mezin a di vê mijarê de li van hêz û derdoran e."

'LI SER BINGEHA BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ DIVÊ SIYASET BÊ MEŞANDIN'

Têkildarî êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê Bayindir got, "Rejîma AKP-MHP 10 sal in bi rengekî bi rêk û pêk êrişê dibe ser Kurdan. Bingeha îdeolojîk a van êrişan xwe dispêre raporên li zanîngehên Kayserî-Erciyes û Konya-Selçûkê. Ev raporên li ser rê û rêbazên zexta siyasî, fîzîkî u çandî ya li çar parçeyên Kurdistanê hatine amade kirin û detayên ji bo têkbirina destketiyên Kurdan destnîşan dikin, niha hewl tê dayin ku li qadê bi cih bê anîn."

Keskîn destnîşan kir, dewleta Tirk hewl dide destketiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê li cih bifetisîne, beralî bike û got, "Ji ber vê yekê hêzên leşkerî, siyasî û îstîxbarî li Başûrê Kurdistanê dicivîne. Bi dîtina min rêxistinên ku li Başûr karê siyasî dikin vê rastiyê nabînin. Êrişa leşkerî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê jî parçeyek ji vê siyasetê ye. Rêbaza heyî ya siyasetê ne ew rêbaz e ku Kurdan bi hev re bihêle, wan bigihîne paşerojê û destketiyên wan bidomînin. Ev pratîk divê tavilê di ber çavan re bên derbaskirin û li ser binegeha berjewendiyên neteweyî siyasetek bê meşandin. Rakirina ambargoya li ser Mexmûrê jî di nav de."

Li ser êrişên dewleta Tirk ên di vê dema pandemiyê de li dijî Rojavayê Kurdistanê Bayindir got, "Neteweyên Yekbûyî ji ber pandemiyê ji bo agirbesta global bang kiribû. Rêxistinên li tevahiya cîhanê ev bang qebûl kirin, li gorî wê tevgeriyan, lê belê dewleta Tirk li gorî vê bangê tevnegeriya û polîtîkaya xwe ya înkar û tunekirinê dewam kir. Bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin QSD'ê jî operasyonên xwe yên leşkerî rawestand. Me dît ku rejîma AKP-MHP'ê ev yek ji bo xwe kir firsendek û çavkaniyên avê îmha kir. Sedema van êrişan hemûyan ew e; dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe ya li Idlibê bi êrişa dijî destketiyên li Rojava telafî bike. Dixwaze hêzên tifaqa xwe yên ji dest da ji nû ve li hev kom bike. Hem êrişî Kurdan hemûyan dike hem jî rêxistinên dijminê Kurdan ên li herêmê li hev kom dike û palpiştiyê ji wan re dike. Bêguman nikare vê bi ser bixîne. Bi rêbazên neexlaqî û êrişên leşkerî bi rengekî demkî hin qadan dagir dike, zextê li hin herêman dike, lê belê ji bo dema dirêj wê nikaribe li wir bimîne. Dewlemendiya civakî, aborî, çandî, siyasî û bawerî ya li Rojava wê rê nede vê yekê."